Arşîv

Jin li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo di çaroveya pêngava “Ax û rûmeta xwe biparêze û dagirkeriya Tir û DAIŞ‘ê tine bike” de meşeke li dar xist.

Bi sedan jinên bajarê Qamişlo û jinên enternasyonlîst beşdarî meşê bûn.

Jinan ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, pankerên “Ji dagirkeriya Tirk re” û “Bi îradeya gelan em ê biser bikevin” hatin hildan û dirûşme hatin berzkirin.

Meş li ber Goristana Şehîd Delîl Sarûxan rawestî. Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Pişte endamên Kongreya Star Sûad Hesen û Şeha Xelîl û endama Akademiya Jineolojî Nojîn Lêgerîn a almanî bi zimanên kurdî, erebî û înglizî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a “Xak û rumeta xwe biparêze dagirker û DAIŞ‘ê tine bike” de gelek çalakî hatin lidarxistin. Jin di dirêjahiya dîrokî de ji aliyê dagirkerî û zihniyeta baviksalarî ve hatin paşguhkirin lê vê carê li hemberî zihniyeta baviksalarî û DAIŞ biser ket.

Jin di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku bi şoreşa jin tê naskirin têkoşiya û mafên xwe bi dest xist, di her qadan de siyasî, leşkerî û aborî de pêşengtî kir û bû nimuna fedekariyê.

Em ji dewleta Tirk re dibêjin planên te wê destkeftiyên bi keda şehîdan hatin qezeckirin têk nebe. Em di bin sîwana netewa demokratîk û fikr û felsefeya rêberê netewa demokratîk Abdullah Ocalan de û bi hevgirtina hemû pêkhateyan dijîn.

Em jinên Rojava soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku em ê li gorî baweriya ku daye me bin, em ê li hemberî gefên li ser xak û gelê me bibin mertal, ji ber ku xaka me giranbuha ye û em ji jiyanê hez dikin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button