Arşîv

Desteya Jinan li Girê Spî baxçeyekî zarokan vekir

Desteya Jinan li kantona Girê Spî bi hevkariya Desteya Jinan a Herêma Firatê bi armanca pêşxistin û fêrkirina alfabeyê ji zarokan re, her wiha ji bo ku barê dayikên xebatkar kêm bibe, îro zarokxane û baxçeyekî zarokan li taxa Sihanî ya bajarê Girê Spî vekir.

Baxçeyê zarokan bi merasîmekê hat vekirin. Nûnerên Desteya Jinan li kantona Girê Spî, herêma Firatê, rêveberên saziyên sivîl û dayikên zarokan beşdarî vekirina baxçe bûn.

Di baxçe de 80 zarok ku li ser du beşan hatine belavkirin, hene. Baxçe zarokên di navbera 4-6 saliyê de pêşwazî dike û wê zimanên kurdî û erebî fêm bike. Zarokxane jî ji temenê 6 mehî heta 3 saliyê pêşwaz dike.

Baxçe ji saet 08:00’an heta 04:00`an vekirî ye.

Di merasîma vekirinê de ji rêveberên Desteya Jinan li herêma Firatê Rozerîn Mihemed axivî û vekirina baxçe li zarok û dayikan pîroz kir û wiha got: “Armanca me ji vekirina baxçe xizmeta dayik û zarokan e da ku barê dayikên xebatkar kêm bibe û zarok fêrî xwendinê bibin.”

Her wiha endama Kongreya Star a Kantona Girê Spî Kîfah Mihemed û yek ji mamosteyên di navendê de Benazil Mihemed axivîn û vekirina baxçeyê zarokan pîroz kir. Her wiha destnîşan kir ku vekirina baxçe ji bo avakirina nifşên pêşerojê derfet da ku li dûrî şer fêr bibin.

Paşê deriyê baxçe ji aliyê dayika şehîd Sara ve hat vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Sara Mustefa di encama gulebarana leşkerên dewleta Tirk li ser gundê Til Findir ê rojavayê Girê Spî di Mijdara 2018`an de şehîd bûbû.

Back to top button