Arşîv

Ji bo danasîna Meclisa Jinên Sûriyê civînek hate lidarxistin

Jinên gundewayên bakur, rojhilat û başûr tevî hevserokên komînên jin û meclisan tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliye El-Kecwan behsa armanc û rêgezên girêdayî girîngî û rola jinê di Meclisa Jinên Sûriyê de kir û got: “Meclisa Jinên Sûriyê wek rêveberiyek birêxistinkirina jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê tê hesibandin. Meclisê dozên girêdayî jinê di navendên biryaran de nîqaş dike.”

Xaliye destnîşan kir ku ji erkên Meclisa Jinên Sûriyê; pêkanîna wekheviyê, hevjiyana azad di navber jin û mêr de, xurtkirina civaka demokratîk a akolojî ya xwedî exlaq a ku li ser rêgaza jiyana hevpar û aştiyê di navbera pêkhate, baweriyan û olên cuda de ava dibe, tevî peydakirina parastinê ji tevahiya jinan re.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber Xewle El-Ibrahîm destnîşan kir ku meclis hewl dide makenîzmeyên kar û lihevkirinên bi jinên sûrî yên herêmên Sûriyê re pêk bîne. Her wiha têkiliyan bi rêxistinên jinan ên herêmî û cîhanî re bi armanca veguhestina tecrubeyan û xurtkirina karê hevpar xurt bike.

Piştre deriyê nîqaş ji jinên beşdar re hate vekirin. Jinan tekez kirin ku meclis gavek erênî ye da ku bighêjin pêkhateyên din.

Back to top button