Arşîv

Kongreya Star şêniyan ji merheleya bê re amade dike

Kongreya Star piştî serdanên malên şêniyan, ji nû ve dest bi çalakiyên hemleya xwe kir. Ew jî piştî rêzecivînên şêniyên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde yên bajarê Helebê hatin lidarxistin. Hemleyê di 8’ê Tebaxa borî de bi diruûşma “Xak û rûmeta xwe biparêze û dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê têk bibe” dest pê kir.

Endamên Kongreya Star xwe li gorî çend koman dabeş kir. Her komek ji 3 heta 4 endaman pêk tê. Ji 8’ê Îlonê ve dest bi serdanan kirin. Her wiha serdana şêniyên li tevahî taxên navborî, hat kirin. Serdan li ser çend xetan belav kirin û wiha ne; Xeta Şehîd Gulê Selmo ya beşa Şêxmeqsûda Rojava, Xeta Şehîd Şîlan Kobanê ya beşa Şêxmeqsûd a Rojhilat û Xeta Meclisa Eşrefiyê û Benî Zêde.

Girîngiya serdanan

Kongreya Star anî ziman ku ji ajoyên serkeftina hemleyê, ew in ku têkiliya bi tevahî şêniyên civakê re û nîqaşkirina der barê mijarên girîng ên li ser çawaniya xwebirêxistinkirina gel di hawayê gefên berdewam de, berdewam kirine.

Endamên beşdarî hemleyê bûne, rojane serdana malên şêniyan dikin da ku guhdarî li nêrîn, rexne û giliyên şêniyan di tevahî aliyan de bikin.

Li rexê jî li ser rola ku gel di parastina taxê de ji êrîşên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê, hêzên rejîmê û şaneyên razayî de lîstiye, hat nîqaşkirin. Her wiha jî li ser rola girîng a sepandina tecrûbeya şerê gel ê şorşegerî û girîngiya berdewama wê tecrubeyê hat nîqaşkirin.

Di serdanan de tevahî nêrîn, rexneyên jinan û pêşniyarên wan tên nivîsandin.

Naveroka nîqaşan..

Di dema gera nûçegihana ANHA’yê li gel endamên Kongreya Star a serdanên malên şêniyan de, gelek nêrînên hevpar hatin wergirtin ku hinek jê wiha ne: “Zanakirina ciwanan der barê şerê taybet de, zanakirina mêran der heqê tundiya li dijî jinan de, zanakirina şêniyan ji fitneyên di navbera pêkhateyên taxê yên ku şaneyên razayî li ser dixebitin de û zanakirina ewlehî û parastinê de.”

Di vî warî de ANHA’yê bi rêvebera Komîteya Çalakiyên hHemleya Kongre Star Nehla Mistefa der heqê armanca serdanên şêniyan de, hevpeyvîn çêkir û wiha axivî: “Civînên bi armancên berfirehkirina xebatên me, têrê nekir ku nêrîn an jî rexneyan wergirin. Ji lew re me dest bi serdana malan kir.”

Nehla wiha axivî: “Em hewl didin tevahî şêniyan di aliyên siyasî û leşkerî de ku herêmên me tê re derbas dibin, amade bikin. Ji lew re em tevahî nêrîn, rexne û pêşniyarên werdigirin û li ser tê nîqaşkirin, da ku pirsgirêkan di dema wê ya gucaw de çareser bikin. Her wiha jî çareserkirinê dereng nehêlin. Ji ber ku li pêşiya rola birêxistinkirina şêniyan, girîng e.”

Heta dawiya meha Îlonê dê serdana şêniyan bidome.

Back to top button