Arşîv

Kongreya Star dest bi serdana malbatên taxa Şêx Meqasûdê kir

HELEB – Bi pêşegiya Kongreya Star û komunan serdana Malbatên li taxa Şêx Meqsûdê hat kirin. Derbarê armanca serdanê de jinên tevli xebatê bûn agahî dan.

Di çerçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkerîyê têk bibe”, li taxa şêx meqsûd a bajarê Helebê serdana malan hat kirin. Kongreya Star bi van serdanan hewl dide hemleya xwe û armanca wê bi gel bide naskirin. Li aliyekî jî bi serdana ku tê kirin li daxwazên gel tê guhdarkirin û rewşa herêmê jî ji wan re tê nirxandin.

Têkildarî vê mijarê endamên Kongreya Sta û komunan li ser armanca wan ji vê hemleyê ji ajansa me re axivîn.

‘Hemleya me her bidome heta dagirkerî têk diçe’

Endama Kongreya Star Fîdan Mihemed Xilo li ser armanc û girngiya serdana malbatan wiha got: “Hemeleya me wê her bidome heta ku em bigihîjin aramanca xwe û dagirkeriyê têk bibin. Di van 6 mehan de bi hemleya Kongreya Star her em ê di nava tevgerê de bin û çalakiyên me didomin. Niha me dest bi serdana malbatan kiriye û malbat jî bi çoşke mezin pêşwaziya me dikin. Em bi wan re hemleya xwe û pêvajoyê nîqaş dikin, herwiha li ser rewşa niha li herêmê rû dide. Armanca me jivan serdanan ew e ku em yekitiya xwe li dijî dagirkeriyê û êrîşan xurt bikin.”

‘Vîna gelê me qet nayê şikandin’

Her wiha endama komunê Gulê Selmo Zelûx Mihemed jî wiha got: “Gelê me birîndare birîna wan ne hêsane heta ku em ji wê birînê xilas bibin yekitiya gelê kurd pêwîst e. Bi şerê niha tê meşnadin dewlet dixwezin ku gelê kurd tune bikin. Lê li hemberî vê berxwedana gelê me bilin dibe û her roj mestir dibe. Wê nikaribin vîna gelê me têk bibin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27