Arşîv

‘Malbata demokratîk bingeha civaka azad e” mijara semînerê bû

Rêxistina Kongreya Star a bajarê Dêrikê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Xak û rumeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ‘ê tine bike” semînereke bi navnîşana “Malbata demokratîk bingeha civaka azad e”da.

Semîner li hola civakê ya kongreyan a bajarê Dêrikê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate dayîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, hevseroka kantona Qamişlo Perwîn Yûsif axivî û bal kişand li ser têkiliyên li ser esasê rêzgirtin û wekheviya di navbera herdu zayendan de, çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk dûrî înkarkirin û tundiyê ya ku bandoreke neyinî li piskolojiya zarokan dike.

Perwerîn her wiha anî ziman ku perwerdekirina durust a zarokan dikeve ser milê dê û bav û nêzîkatiyên wan ji hev re û ji zarokan re û got, avakirina civakeke azad û demokratîk ji malbatê û azadiya jin dest pê dike.

Di dawiya semînerê de beşdaran li ser mijarê nêrîn û pirsên xwe anîn ziman.

Back to top button