Arşîv

‘Di komcivînê de jin ji pergala civaka yekreng re dibin bersiv’

KOBANÊ – Jinên ku beşdarî Komcivîna Hevrûkirina Civaknasiyê ya li ser rewşa Kobanê bûn, derbarê komcivînê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Nirxandin û sererastkirina bingeha civakê gelek girîng e. Jin dibin bersiv ji pergala civaka yekreng re.”

Komcivîna Hevrûkirina Civaknasiyê ya li ser rewşa Kobanê bi pêşengiya Akademiya civaka demokratîk di roja duyem de berdewam kir. Di nava vê komcivînê de bi dehan Rewşenbîr, Siyasetmedar, Lêkolînvan, civaknas, Zanyar, Bijîşkên Derûniyê û kesayetên serbixwe amade ne. Têkildarî mijarê jinên beşdarvan li ser nirxandin, xalên ku di vê komcivînê de tên şîrovekirin û li ser seknandin nêrîna xwe anîn ziman.

‘Herdu zayend bi hev re di asta Civaknasiyê de rewşa jinê dinirxînin’

Siyasetmedar Bêrîvan Hesen ji bo komcîvîna ku tê lidarxistin wiha nêrîna xwe ji mere parve kir: “Lidarxistina komcivîneke bi vî rengî gelek girîng e. Kombûyîna ewqas kesên ku berpirsyariya civaka xwe girtine ser milên xwe gelek balkêş e. Di van herdû rojan de nirxandinên gelek kûr li ser pêşketin, paşketin û rewşa Kobanê hatin kirin. Her wiha ji bo mijara jinê taybet beşek taybet hebû, cihê kêfxweşiyê ye ku herdû zayend di asta Civaknasiyê de rewşa jinê dinirxînin. Her wiha rewşa perwerdeyê ji bo civakekê lingê bingehîn e hat şîrovekirin. Li ser pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî gelek nîqaş hatin kirin, kêmasî û erêniyên wê hatin nirxandin û li hember rexnedayin jî hat dayîn. Em jî weke sazî û kesayet jî em ê encamnameyan bikin pratîkê. Hêviyên me ji van nîqaş û analîzan hene û em di wê baweriyê de ne ku wê encamên erênî û baş werin pêşxistin.”

‘Rojane jin gavên ber bi azadiyê ve diavêjin’

Lêkolîvan Raperîn Elîdemir di nava nêrîna xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê di nava civaka Kobanê ya li hember adetên civakî de û wiha axaftina xwe domand: “Nirxandina Civaknasiyê ya civakekê ji bo pêşketina civakê encamên erênî digire dest. Civaka Kobanê bi pergala xwe ya eşîrtî, orf û adetan civakê dihat naskirin, lê dema ku orf û adet tenê li ser jin bên pêkanîn, wê demê em nikarin bêjin ku ev civak rengê jinê tê de tê dîtin yan jî maf jin tê de dihat parastin. Bi saya şoreşa 19’ê Tîrmehê êdî rewş ber bi pêşketinê ve çû, guhertinên ber bi çav di nava civaka Kobanê de hatin çêkirin û rojana jin gavên ber bi azadiyê ve davêjin, di her qadên jiyanê de têkoşîn dikin û dibin bersiv ji pergala civaka yekreng re.”

‘Civaka Kobanê bingeha xwe ya Civaknasiyê ji nû de ava kir’

Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ayşe Nasi nêrîna xwe bi lêv kir û wiha got: “Cara yekemîn ku komcivîneke bi vî rengî li Kobanê tê lidarixstin. Civaka Kobanê ji ber zextên ku dîtine, bingeha wê ya Civaknasiyê xerab bûbû. Rêjîma BAAS’ê nasname, ziman û çanda kurdên Kobanê çewisandibû. Bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û destkeftiyên şoreşa Rojava, civaka Kobanê heta astekê bingeha xwe ya Civaknasiyê ji nû de ava kirin û birêxistin kirin.”

Back to top button