Arşîv

‘Xwedî li êş û azarê jinê derkevin’

QAMIŞLO – Endama Kevana Zêrîn ya Herêma Cizîrê ya beşa şano Bera Hesen got: “armanca me ji pêşkêşkirina şanoya ‘Jina bi tenê’ ku civak û bi giştî cîhan xwedî li êş û azarên ku jin dikişîne derkevin.”

Koma Kevana Zêrîn ya bi navê‘Teatra Sariya Baran’ ya Herêma Cizîrê lîstika bi navê ‘Jina Bi Tenê’ ji aliyê wêjekar û şanogerê Îtalî Dario Fo û hevjîna wî Franca Rane ve hatiye nivîsandin, ji aliyê Sariya Golan ve jî derhênertiya wê hatiye kirin. Şanoya Jina bi tenê’ li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat pêşkêş kirin. Lîstikvana şano ya Koma ‘Teatra Sariya Baran’ û endama Kevana Zêrîn ya Herêma Cizîrê Bera Hesen derbarê lîstika şanoyê û girîngiya şaonyê de nirxandin kir.

Bera rola xwe ya di şanoyê de wiha nirxand: “Yekemîn car me şanoya bi navê ‘Jina bi tenê’ di Mihrîcana şehîd Yekta de pêşkêş kir û di Mihrîcanê de em wek baştirîn leyîstikvan û baştirîn derhêner di asta yekemîn de bi ser ketin. Derhinera vê şanoyê Sariya Golan e. Sarta rola xwe mamosteyeke pir bandoreke erênî li ser me da çêkirin.”

Bera daxwaz sereke ji pêşkêşkirina vê şanoyê bi lêv kir û wiha domand: “Her kes êş û azarê ku jin tê re derbas dibe dizane, armanca ji çêkirina şanoya ‘Jina bi tenê’ ku em êşa jinê bighînin her kesî û li ber çav be ku ev rastî ji kuderê hatiye. Bi temaşekirina vê şanoyê mirov hestê wan jinên ku bi rengekî rojane rastî zilm û zoriyê hatine, hîs dike.”

Bera di dawiyê de bang li tevahî cîhanê kir û wiha got: “Bi rêya şanoyê xwe me peyamek ji tevahî cîhanê re pêşkêş kir û em dibêjin piştevaniya jinan bikin.”

Back to top button