Arşîv

Hediye Şemo: Sînaryoya Şengalê li Efrînê dûbare dibe

Endama Koodînasyona Kongreya Star a Rojava Hediye Şemo behsa binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi taybet der heqê jinên Efrînê de kir. Hediye got: “Efrîn ji du salan ve hîna dagirkirî ye. Hinde şênî berê xwe dan Şehbayê lê yên ku li Efrînê mane hîna ji ber zulma dagirkeran azaran dikşînin.”

Hediye destnîşan kir ku bajarê Efrînê ji bajarek pêşketî û ewle veguheriye girtîgehek tarî û cihê îşkencekirina şênî û destavêtina jinan û got: ” Bi sedan jin ji hêla çeteyên dagirkeriyê ve tundî wan têne kirin. Çaranûsa piraniya wan ne diyar e û kesek tiştek li ser wan nizane.

Hediye wiha domand: “Li ser dazgehên capemeniyê nûçeyên girêdayî firotina jinên efrînî ji hêla çeteyên dagirkeriyê ve têne belavkirin. Herî dawîn firotina wan di sûkên Ezazê de. Ji vir ve em dibînin ku dagirkerî û çeteyên wê hewl didin kirinên çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê, li Efrînê dubare bikin.”

Hediye ev tişt li gotinên xwe zêde kirin û got: “Em hemû dizanin ku çeteyên DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de zêdetirî 5 hezar jinên Êzidî ji Şengalê revandin û di nav sûkan de firotin. Çaranûsa gelek ji wan heta niha ne diyar e. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heman sînaryoyê li Efrînê der heqê jinan de dûbare bikin. Jinên ku li Efrînê tundî li wan têne kirin û ji hêla rêxistinên hiqûqî û mirovî yên cîhanî ve hatine paşguhkirin. Kesek behsa rewş û azarên wan nake û çaranûsa piraniya wan heta niha ne diyar e.”

Di dawiyê axaftina xwe Hediye Şemo bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir, ku helwesta xwe ya cidî li hember zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker der heqê şêniyên Efrînê de bi taybet jinan nîşan bidin û binpêkirinên wan bi dawî bikin.

Back to top button