Arşîv

Hemleya “Em bûn yek bi serketin em ê li berxwe bidin da ku biparêzi”derbasî qonaxek nû dibe

Rêveberiya Jin a herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya du mehan di 27`ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê li bajarê Reqayê bi tevlibûnek berfireh ên jinên wan herêman, hemleya bi dirûşmeya “Em bûn yek bi serketin em ê li berxwe bidin da ku biparêzi” ragihand.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Meclisa Jin a bajarê Reqayê Xaliye El-Kecwan makenîzmeya meşandina hemleyê nirxand: “Bi rêya hemleyê me tevahiya cureyên binpêkirinan û zulma ku li ser jinê tên meşandin red kir. Di nav de vejandina komkujiya Şengalê di 3`yê Tebaxê de li Stada Reş a ku bûbû cihê komkirina jinên Êzidî û şahidê îşkenceya ku rastî wan dihatin.”

Xaliye wiha domand: “Em li hember hêzên terorîst ên ku hewl didin rastiya jinê barovajî bikin sekinîn. Me çalakiya konvedanê li tevahiya herêmên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê li dar xist. Jin bi coşek mezin tev li çalakiyan bûn û tekez kirin ku ew vejandina serfiraziyên dewleta Osmanî red dikin.”

Zêdetirî 250 civîn ji şêniyan re hatin lidarxistin

Xaliye tekez kir ku civîn ji şêniyên wan herêman re li dar xistine û wiha berdewam kir: “Me zêdetirî 250 civîn ji şêniyan re li darxist. Me girîngî da binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine û zanakirina şêniyan da ku ji siyasetên şerê derûnî dûr kevin.”

Xaliye destnîşan kir ku tişta ku bala mirov di hemleyê de dikşîne tevlibûna mêran li rex jinan, hevgirtin û yekitiya wan e. Ew jî ronahiyek din da hemleyê. Ji wir ve diyar dibe ku tevahiya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirk red dikin.

Hemle derbasî qonaxek din dibe

Xaliya di nav gotinên xwe de bal kişand ser ku di çarçoveya bernameya ku rêveberiyêpn herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê daniye de û bi nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tunediya li ser jinê re ya ku dikeve 25`ê Mijdarê, hemle dê derbasî qonaxek din bibe û dê dirûşmeya wan bibe “Em bûn yek bi serketin em ê li berxwe bidin da ku biparêzin ji tundiyê re n”.

Girêdayî navaroka çalakiyan Xaliye got: “Di hemleyê de bi koordîneya meclisên giştî û komînên herêman re, em ê civînan ji şêniyên tevahiya herêman re li dar bixin. Em ê serdana malan bikin bi taybet malbatên girtî û zêde bi adetan ve girêdayî ne. Her wiha em ê pankart û sloganên ku asta diyardeya tundiya li dijî jinê û zewaca bi temenê biçûk kêm dikin daliqînin. Tevî wê jî dê meşên li dijî tundiya li ser jinê werin orgenîzekirin û em ê civîn ji oldaran re ji bo guftugokirina wan diyardeyan li dar bixin da ku di xitbeyên xwe de di mizgeftan de behsa wê bikin.”

Back to top button