Arşîv

‘Me çawa çeteyên DAIŞ`ê têk birin em ê dagirkeriya Tirkiyê jî têk bibin’

Hemleya ku ji aliyê Rêveberiya Jinan li herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê bi dirûşma “Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin û na ji tundiyê re” derbasî qonaxeke nû bû.

Di qonaxa nû de Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew koletiya jinan qebûl nakin.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Yekitiya Jinên Ciwan ji aliyê endama yekitiyê Rezan Mihemed Elî ve hat xwendin. Bi dehan jinên xebatkarên Buroya Jinan a Perwerdeyê, endamên Rêveberiya Jinan a Reqa û endamên Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye: “Bi navê Jinên Ciwan ên Reqa û gundewarên wê em dagirkirina Tirkiyê ji xaka Bakurê Sûriyê red dikin. Em wek jinên ciwan li Reqayê dagirkirina xak bav û kalan red dikin. Ev dagirkerî hewl dide fikrên jinên demokratîk dagir bike û jiyana hevbeş, biratiya gelan li ser xaka Bakur û Rojilatê Sûriyê tevlihev bike.

Em wek jinên ciwan wekî ku me çawa çeteyên DAIŞ`ê li ser xaka Sûriyê têk birin, em ê dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê jî têk bibin. Em ê li hember dagirkeriya Osmanî ya faşîst bisekinin. Ji ber ku jin bingeha demokrasî û bingeha sereke ya pêşxistina civakê ne. Em zilm û koletiyê qebûl nakin. Em dagikirina Tirkiyê ji Efrîn û Idlibê re qebûl nakin. Ji ber ku Sûriye sembola rûmet û şerefê ye. Em wek jinên ciwan amade ne ku welatê xwe biparêzin û ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin. Em bi yekitiyê bi ser ketin û bi berxwedanê em ê biparêzin û na ji dagirkeri

Back to top button