Arşîv

‘Ji bo azadiya jinê û civakê perwerde pêwist e’

QAMIŞLO – Jinên ku tevlî dewreya perwerdeyê ya Kongreya Star bûn, diyar kirin ku bi perwerdeyê wê jin hişmendiya civakê biguherîne û tevahî jinan azad bikin.

Di çarçoveya Hemleya Kongreya Star a ku bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe”, dest pê kiribû, li Akademiya Kongreya Star a li Bajarokê Rimêlan a Kantona Qamişloyê dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Emgîhan ji bo 33 jinan dest pê kir. Dewreya perwerdeyê wê 15 rojan bidome. Jinên tevlî perwerdeyê bûne hemû rêveber û endamên Kongreya Star ên herêma Cizîrê ne. Di dewreyê de wane û semînerên cuda ew ê werin dayîn. Bi taybet derbarê Jîneolojiyê û mijarên girêdayî jinê de ew ê perwerde bê dayin. Jinên tevlî perwerdeyê bûn ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin.

‘Xebatên Kongreya Star xebatek civakî ye, bi perwerdê em ê zihniyeta civakê biguherînin’

Xaliya Necar a ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûye wiha got: “Em 33 jin tevlî dewereya perwerdeyê bûne, armanc ji perwerdeyê ew e ku Endamên Kongreya Star di aliyê xwebirêxstinkirin û zihniyetê de guhertinek erênî bi xwe re bînin. Hişmendiya civakê ya ku jinê di nava çar dîwaran de asê dihêle, biguherînin û civaka xwe hişyar bikin. Ji ber xebatê Kongreya Star xebatek di nav civakê de ye.”

‘Perwerde mirovan ava dike û pêş dixe, dîrok û pêşeroja wan bi hev re nîşan dide’

Xaliyayê da zanîn ku dayîk û jinên ciwan jî tevlî perwerdeyê bûne û got: “Perwerde mirovan ji nû de ava dike û pêş dixe, dîrok û pêşeroja xwe bi hev re nas dike. Ji bo azadiya jinê û civakê perwerde pêwist e. Perwedeya me li ser navê Şehîd Emgîhan bû, şehîd Emgîhan yek ji endamên Kongreya Star bû û jin perwerde dikirin, soza xwe ji bo carek din nû dikin ku xebat û têkoşîna wê ji bo azadiya hemû jinan bidomînin.”

‘Divê em hewl bidin ku hemû jin xwe azad bikin’

Her wiha Emîna Abdullah a ku beşdarî dewreya perwedeyê bûye jî wiha got: “Perwerde ji tiştê herî girîng e. Civakan ava dike. Ji bo ku em karibin bigihêjin hemû jinan û wan jî perwerde bikin, divê ku em kesayeta xwe azad bikin. Em ê jî hemû hewldanên xwe bikin ku çi jina êşê dikşênê em bihêjin wan û bi wan re nîqaş bikin û alîkariya wan bikin ku ew jî xwe azad bikin. Divê em hewl bidin ku hemû jin xwe azad bikin.”

Back to top button