Arşîv

Foza Yûsif: Yekîtiya hemû gelan ew ê azadiyê û serkeftinê bîne

QAMIŞLO – Endama Koordinasyona Kongreya Star Foza Yûsif rewşa siyasî nirxand û got:”Aloziya li Sûriyeyê didome. Heger ji bo aştiyê û aramiyê gavên baş neyê avêtin ew ê rê li sûcên mirovatiyê yên hîn mezin bê vekirin. Ji bo alozî bi dawî bibe divê projeya Rêveberiya Xweser li her derê têkeve meriyetê. Siyaseta ku Rêveberiya Xweser dike, di xizmeta aramiyê de ye.”

Endama Koordinasyona Kongreya Star Foza Yûsif derbarê aloziya Sûriyeyê, rewşa şer û tifaqên li ser Idlibê, helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir. Fozayê got:”Ji bo çareseriyek mayinde divê statuya gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd bên parastin. Divê daxwaza hemû gelên li Sûriyeyê dijîn li ber çavan bê girtin. Yekîtiya hemû gelan ew ê azadiyê û serkeftinê bîne.”

‘Civîna Astana ya dawiyê hîn zêdetir rewşa heyî girantir kir.’

Fozayê, bal kişand ser rewşa aloziya Sûriyeyê û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Bê guman niha di Sûriyeyê de, bi her awayî alozî hîn berdewam e. Li tevahî Sûriyê hîn pirsgirêkên ewlekarî, siyasî û aboriyê hene. Eger mirov li van civînên ku di asta navneteweyî de çêdibin binêre, li şûna çareseriyê aloziyê kûrtir dikin. Civîna Astana ya dawiyê jî di esasê xwe de hîn zêdetir rewşa heyî girantir kir. Bi rewşa Idlibê ve girêdayî pevçûna li ser Sûriyeyê tê kirin, xuya dike ku di demeke kin de alozî çareser nabe.”

‘Hêzên hegomonîk xwedî perspektîvên lawaz in’

Fozayê destnîşan kir ku desthilatdariya hêzên hegemonîk rêyên çareseriyê xitîmî hiştine û wiha got: “Hêzên hegomonîk ên navneteweyî heta niha rola ku dileyizin bi rêbazên cuda yên leşkerî û siyasî pirsgirêkên heyî kûrtir dikin. Dîsa hêzên herêmî jî bi vî rengî ne. Tirkiye, Îran û welatên ereban jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan xwediyê perspektîfên lawaz in. Ev hêz dixwazin bi modela netew dewletê welatan bikin bin destê xwe, ji xwe sedema binghîn a pirsgirêkan jî netew dewlet e. Tu amadekarî û nêrîna wan ku bi rêbazên demokratîk û aştiyana pirsgirêkên li herêmê çareser bikin tune ne. Ji bo wê jî her ku diçe şer fireh dibe. Rewşa Sûriyeyê jî bi vî awayî ye, li şûna projeya demokratîk çareseriyên ku tên dayîn, esas di bingiha xwe bêçaretî ye. Li Sûriyeyê rewşa mirovahî giran e û di nava xeteriyê de ye.”

‘Projeya Rêveberiya Xweser, ji bo alozî bi dawî bibe ye’

Fozayê di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser rêya çareseriya kirîz û rewşa heyî û wiha axaftina xwe domand: “Li gor ku em dibînin, heya niha ji bo krîza Sûriyeyê tu projeyên çareseriyê nehatine pejirandin. Projeya Rêveberiya Xweser a ku bi hêviya gelan tev digere, tenê projeya herî guncav e. Hêzên paşverû Rêveberiya Xweser wekî xeterî li ser xwe dibînin û bi her awayê dixwazin projeyê têk bibin û her tim êrîş dikin. Bi taybet em dikarin bêjin serkêşiya van êrîşan Tirkiye dike, ji ber naxwaze aşîtiyek li Sûriyeyê pêk were û tenê rêbazên şer dipejirîne.”

‘Tirkiye bi siyaseta xwe ya şer li tevahî Rojhilta Navîn bandor dike’

Fozayê di nava nirxandinên xwe de balê dikşîne ser rola Tirkiyeyê di kûrkirina aloziyên tevahî Rojhilata Navîn de û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk naxwaze aramî li Sûriyeyê pêk were û bibe dewletek demokratîk. Tirkiye demokrasiya Sûriyeyê ji bo xwe xeterî dibîne, ji ber ku pirsgirêkên pir cidî yên siyasî û aborî di hindirê dewletê de hene. Li şûna ku Tirkiye van pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk çareser bike, hîn zêdetir bi kûrkirina aloziya herêmê vê pêvajoyê bi rê ve dibe. Îktidara AKP-MHP’ê zêdetir siyaseta şer dide pêş, ev yek metirsiyê li ser pêşeroja Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî çêdike. Eger Tirkiye dixwaze ji pirsgirkên xwe yên aborî û siyasî xelas bibe, pêwîst e rêbazên demokratîk û aştiyane ji bo xwe esas bigire. Berovajî rewşê tifaqa AKP-MHP’ê bi rêyên ne demokratîk dagirkeriya xwe li her derê pêk tîne. Ev dewlet di hindirê xwe de faşîzm e û li derve jî şer didin pêş, ev xeteriya li ser tevahî Rojhilata Navîn e. Tunekirina welatekî nayê wateya serkeftina welatê din. Ne çareserkirina pirsgirêka kurd hişt ku faşîzim pêş bikeve.”

‘Di aloziya Sûriyeyê de herêmên me bingeha aramiyê ne’

Fozayê ji bo mijara parastina sînor axivî û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Pênasekirina herêmên bi ewle di nava xwe de rastî û heqîqetê paş perde dike. Di nava Sûriyeyê de, herêmên herî aram ku bi sed hezaran penaber xwe lê girtine herêmên me bûn. Heya niha 50 hezar penaberên Iraqê li ser axa me hene, her wiha ji hemû deverên Sûriyeyê mirov li herêmên me bicih bûne. Eger herêmên me ne aram bin, gelo çima ewqas mirov xwe li me girtine? Ev rewş dide diyarkirin ku pirsgirêkên herêmê yên aramiyê nînin. Di aloziya Sûriyeyê de herêmên me bingeha aramiyê û pêşwazîkirina mirovên ku ji ber şeran reviyan bûn. Herêmên me ji bo tu dewletan nebûye tehdîd. Her tim stratîjiya xweparastinê esas girtiye û di pêvajoya 8 salên derbasbûyi de, li hember rêxistinên terorê têkoşîneke mezin hatiye dayîn. Bi biryara herêma ewle ew ê alozî kûrtir bibe. Siyaseta tê meşandin armanca wê ne xizmeta aramiyê ye. Helbet ev yek nayê qebûlkirin û divê tu kes bi rengekî şaş şîrove neke û ji bo berjewendiyên xwe bi kar neyine.”

‘Pirsgirêka Tirkiyeyê ne sînorê xweparastinê ye’

Fozayê rewşa Idlibê nirxand û got ku rewşa li Idlibê rewşa tevahî Sûriyeyê îfade dike û wiha dewam kir: “Gelek tifaq li ser erdê Sûriyeyê hatin kirin , Idlib jî parçek ji van tifaqa bû. Piştî ku Cerablûs, Ezaz, El Bab û Efrîn hatin dagirkirin, niha jî Idlib di rewşeke dagirkeriyê de ye. Di rastiya Idlibê de mirov dikare rastiya polîtîkaya Tirkiyeyê baş fêm bike. Rêxistineke wekî Cebet El –nûsra ewqas xeter e, Tirkiyê wekî rêxistineke ku divê were tunekirin nabînr û bi rêbazên cuda wan diparêzê. Tê xuyakirin ku pirsgirêka Tirkiyeyê ne sînorê xweparastinê ye. Li ser sînorê wê bi salan DAIŞ û Cebet El -nûsra bû cîranê wê, lê rojekê Tirkiyê negotiye ez herêmên bi ewle ava bikim û sînorê xwe biparêzim. Berovajî rewşê bi van rêxistinan re alîkarî da û li ser vî esasî heya roja me ya îro em dibînin di nava hewldanên dagirkeriyê de ye.”

‘Idlib buye qurbana tifaqên dewletên navneteweyî’

Fozayê rewşa ku li Idlibê tê jiyîn wiha anî ziman: “Li Idlibê rewşa mirovahî di metirsiyê de ye. Wisa diyar e, bi hin tifaqên ku hatine pêşxistin ne li gor berjewendiyên gelên li Sûriyeyê ne. Li gor nêrîna me bi rêbazên şer çareserî nayê pejirandin. Pêwîst e dagikeriya li Idlibê were bidawîkirin û li hemû deverên Sûriyeyê bi rêbazên diyalogan pirsgirêk bên çareserkirin. Gelek xwîn hat rijandin, gelê herêmê êşa şer kişandiye, lê bi encamê siyaseta şaş her roj em bedelên wê didin. Idlib wekî gelek bajarên Sûriyeyê dibe qurbana tifaqên navneteweyî û herêmî û ev yek jî encamên xerab bi xwe re tîne.”

‘Ji bo aramiyê em her dem di nava tevgerê de ne’

Fozayê wiha domand: “Li gor nîqaşên ku li Astana hatin kirin û daxuyaniyên ku hatin dayîn, diyar bû ku xwesteka hêzên Astana êrîşek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbibe. Li herêmên me şer pêş neket, li Idlibê agirbest hat xerakirin. Hewildanên wan hene ku li cihekî şer li ser hesabê cihekî din bê kirin, mînakên wê jî di demên derbasbûyî de em bêjin herêma Xûta li beramberî Efrîn bû, yan jî Ezaz, Cerablûs û El Bab li beramberî Helebê bû. Ev hemû mirov dikare wekî encaman şîrove bike, lê aramiya Sûriyeyê hemû bi hev re girêdayiye. Polîtîkaya parçekirinê zerareka mezin dide gelê Sûriyeyê. Aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê esas aramiya tevahî Sûriyê ye. Em li dijî ne ku parçek bibe qurbana perçeyek din, lê mixabin heya niha ev siyaset tê meşandin. Ji bo aramiyê em her dem di nava tevgerê de ne.”

‘Sûriye bûye qada leyistokên navneteweyî’

Fozayê qala tifaqên di navbera Tirkiyeyê û Rûsiyayê de dike ku tifaq berjewendiyên her du aliyan diparêzê û wiha dibêjê: “Li gor nêrîna me Tirkiy û Rûsya berjewendiyên xwe wekî du dewlet digirin dest. Di nava her du aliyan de tifaqên li ser çek û bazirganiyê çêbûne û li ser hesabê pêşeroja Sûriyeyê dîsa hat pêşxistin. Her ku tifaqek pêş ket li şûna ku şer kêm bibe, berovajî wê şer zêde dibe. Sûriye bûye qada leyistokên navneteweyî. Tifaqên Pûtîn û Erdogan jî, heya niha hindirê wê ne hatiya diyar kirin. Xuyaye li ser hin mijaran ku dosyaye Idlib weke zext tê bikar anîn lihev kirine û li gor rewşa siyasî bercejendiyên xwe her du alî diparêzin.”

‘Yekîtiya gelê Sûriyeyê serkeftina projeya demokrasiyê ye’

Di dawiyê de Fozayê peyama yekitiyê û hevgirtinê ji bo gelê Sûriyeyê pêşkêş kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hîn tehdîdên giran li ser herêma me hene. Tehdîdên Erdogan û Polîtîkaya ku heya niha rejîm li hember vê herêmê dide meşandin, xizmeta aloziyê dike. Wekî pêkhateyên herêmê divê yekîtiya me xurt bibe. Ji ber pêşeroja me bi hev re girêdayiye. Divê em nekevin di nava pilanên xwexapandinê de, şerê me bi dawî nebûye. Divê bi yekrihî em demokratîkbûyînê biparêzin, wê demê tu hêz nikarê projeya demokrasiyê têk bibe. Serkeftina me di yekîtiya me de ye. Yekîtiya hemû gelan ew ê azadiyê û serkeftinê bîne.”

Back to top button