Arşîv

Şandeya Birêtanî: Serkeftinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bala mirov dikişîne

Şandeya Birêtanya di serdana xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dewam dike, di serdanên şandeyê li saziyên herêmê, îro sibehê serdana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, da ku mekanîzmeya tevlêbûna jinan di Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û rêxistina xwe, bişopîne, her wiha rûdanên ku jinên Efrînê dibîne, bişopîne.

Şandeya ku ji 9 kesên parlementer û endamên partiyên siyasî endamê Parlenemtoya Birêtanî yê Partiya Karkeran Lloyd Russell Mouille, nûnerên Partiya Kekerên Brîtanya Lord Morris Klasman û nûnerên herdu partiyan Muhafezekar û Karker ji Simon Dobbins, Ben Norman, Claire Baker, Ryan Falger, Dan Spage, Bambus Karlamps û Crispin, pêk tê.

Şande li navenda Meclisa Jinan a bajarê Qamişlo ji aliyê endamên Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Ebdullah, Stêra Qasim, Sîham Emokê, Ebîr Esaf, Leyma Xelo, Corcîn Bersûm û Endama Têkiliyên Diplomasî ya meclisê Senaa Xelîl û Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de herdu aliyan rewşên ku Sûriyê têra derbas dibe, ji lihevketina berjewendiyên navneteweyî û çawaniya tevgera jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cihê wê di rêveberiya herêmê di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de, nîqaş kirin.

Endamên Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mekanîzmeya karê meclisê û çawaniya avakirina wê û girîngiya wê ji jinan re şîrove kirin û wiha dewam kirin: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne dûrî rûdanên li Sûriyê pêk hatin, bûn, ji destpêka serhildanê, cihê xwe di nav şoreşa Sûriyê de di aliyê rêxistinî, siyasî û leşkerî di nav YPJ`ê de girtin û di encama tiştê ku jinan ji lehengî û têkoşîna jinan, navê şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi “Şoreşa jinan” hate pênasekirin.”

Her wiha şandeya Birêtanî jî behsa pêşketinên li Bakur û Rojhilatê û rola mezin a jinan kirin û gotin: “Tiştê ku jinan kirin û çawaniya rêxistinkirina xwe di nav saziyên sivîl ku bi hemû awayî ji bo parastina mafên xwe dixebitin û taybet di rewşa ku Sûriyê têra derbas dibe, bala mirov dikişîne, taybet di demeke ku adet û kevneşopên ku jin dûrî hemû aliyan xistibû, ev yek ked û lehengiya mezin ku jinan li herêmê pêk aniye, diyar dike.”

Di nîqaşan de endamên Meclisa Jin daxwaza girîngiya zextê û xebata ji bo rawestandina binpêkirinên ku li Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tên, di nav de li ser jinên Efrînê, kirin, her wiha dane zanîn ku kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ne cudayî çeteyên DAIŞ`ê ye, her wiha daxwaza dawî anîna dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê kirin da ku şêniyên wê yên resen lê vegerin.

Endamên Meclisa Jinan di nav axaftina xwe de dane xuya kirin ku çi biryarên der barê pêşeroja Sûriyê werin girtin dê ne baş be û nikarin çareseriya mayînde ji aloziya Sûriyê re bêyî jinan deyînin û wiha got: “Biryarên bêyî nûnertiya me derkevin, em pêk nayînin.”

Civîna di navbera herdu aliyan de bi teqezkirina şandeya Birêtanî ku rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Parlamentoya Birêtanya û hemû civînên siyasî û civakî ku li Brîtanya tên li dar xistin, veguhirînin.

Paşê şandeya Birêtanî berê xwe da navenda TEV-DEM`ê, ew yek di çarçoveya dewamkirina serdanên xwe li saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka Sivîl li herêmê.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27