Arşîv

Kongreya Star ji bo pênasekirina hemleya xwe belavok belav kirin

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de ya bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirker û DAIŞ`ê tune bikin` jinan belavok li şêniyan û xwediyên dikanan belav kirin da ku hemleya xwe bidin naskirin.

Jinên meclisên navçeyên Rojhilat û Rojava, Rêxistina Kongreya Star, endamên jin ên Partiya Yekîtiya Demokratîk û karmendên jin ên saziyên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Jinan bi cilên xwe yên gelêrî û di destê wan de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û def li ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo kom bûn.

Di belavokan de kurtepênaskirina hemleyê û wêneyên hindek çalakiyên ku Kongreya Star di çarçoveya hemleya xwe de li dar xistiye, hatin nivisîn.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Kongreya Star a bajarê Qamişlo Minîce Heyder got: “Em daketin kolan û qadên Qamişlo da ku belavokên pênasekirina hemleya xwe li ser şêniyan belav bikin. Hemleya me ji şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em ji wan re dibêjin hûn bi gefên xwe nikarin vîna gelê me bişkînin bi taybet jinên ku ji bo ku gelên herêmê di nav ewlehî û aştiyê de bin canê xwe kirine qurban.”

Kongreya Star ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8`ê Tebaxê de dest bi hemleya xwe kir.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27