Arşîv

Jinên Efrîn û Şehbayê: Em hêza xwe ji hev digirin

ŞEHBA – Endamên Kongreya Star ên Efrînê û Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê di derbarê piştgiriya jinên Şehbayê ya bi hev re axivîn. Jinan gotin: “Em hêza xwe ji hev digirin û karê xwe didomînin. Tu kes nikare vîna jina kurd û ereb tune bike. Em ser fikira Netewa Demokratîk xwe perwerde dikin.”

Di dîroka 20’ê Çileyê 2018’an de dewleta tirk êrîşî Kantona Efrînê kir. Bi vê yekê wekheviya di nava gelan de, her wiha qirkirina projeya Netewa Demokratîk hedef hat girtin. Lê jinên Kurd û Ereb armanca dewleta tirk bi hevsengiyên xwe vala derdixînin. Têkildarî vê mijarê endamên Kongreya Star a Efrînê û Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê nêrînên xwe parve kirin.

‘Em xwe li ser fikra Netewa Demokratîk perwerde dikin’

Endama Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê ya Efrînê Rûqeye Bekir a ji Efrînê ye, bal kişand ser armanca êrîşên dewleta tirk û wiha got: “Bi dagirkirina Kantona Efrînê her tim dijmin xwest projeya Netewa Demokratîk vala derbixin û wekheviya di nava kurd û ereban de tune bikin. Lê em weke jinên Efrîn û Şehbayê, rê nadin dijmin ku ferq û cudahiyê têxe navbera me. Ji ber ku em li ser fikira Netewa Demokratîk xwe perwerde dikin. Em ê bi îradeya xwe projeya dewleta tirk vala derbixin, ji ber Gelê Efrîn û Şehbayê wek hev in.”

‘Em hêza xwe ji jinên Efrînê digirin’

Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê, Werdê Şêxo ya ji Kantona Şehbayê ye diyar kir ku hêza xwe ji jinên Efrînê digirin û wiha domand: “Em weke jinên Şehbayê cara yekem kar û xebat dikin. Me hêza xwe jî ji jinên Efrînê girt. Vê yekê jî hişt ku jin derdora hev kom bin û hevdu hîs bikin. Em û jinên Efrînê tevî zor û zehmetiyan em li gel hev sekinîn û bi hev re bûn alîkar. Niha jî di nava kampan de em karê xwe dikin û berxwedana xwe bi hev re didomînin.”

‘Jinên Efrîn û Şehbayê bi rihekî komînal jiyana xwe didomînin’

Koordînasyona Kongreya Star a li navçeya Fafînê, Guneh Mustefa destnîşan kir ku di nava jinên Efrîn û Şehbayê de hevsengî heye û bi rihekî komînal bi hev re dijîn û wiha dewam kir: “Ev bû salek û 6 meh bi gelê Efrînê re, li gel hev kar û xebata xwe em dimeşînin. Li hember hêza jinan dewleta tirk xwest rihê wekheviyê di navbera jinan de tune bike, lê em bi fikir û felsefeysa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dijîn, em ê jî xwedî li şoreşa xwe û li fikira Serokê xwe derkevin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27