Arşîv

Yekîtiya Rewşenbîran semînera nefretê dan

QAMIŞLO – Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê semînerek li ser nefretê li parka xwendinê da.

Bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê semînerek têkîldarî mijara nefretê hate dayîn. Li ser malperên tora civakî gelek tiştên neyînî hatine belavkirin, yek ji wan nefreta kesayetan li hemberî hev derketiye pêş û pêwistî bi çareseriya vê yekê hate dîtin. Loma jî Yekîtiya Rewşenbirên Herêma Cizîrê semînerek li parka xwendinê ya bajarê Qamişloyê da.

Bi dehan endamên di bin siya Yekîtiya Rewşenbîran herêma Cizîrê di semînerê de amade bûn.

Semîner ji aliyê endama Yekîtiya Rewşenbîran Hûda Şêxmûs û Leyla Ibrahîm ve hate dayîn. Di nava semînerê de sedemên nefreta mirovan a li hemberî hev hat nîqaşkirin û ji bo çareseriyê pêşniyar hatin kirin.

Semîner bi pirs, bersiv, nerîn û pêşinyaran bi dawî bû.

Back to top button