Arşîv

‘Ji bo perwerdeyê em ê kar û xebatên xwe bidomînin’

MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo pengava ‘Ji bo azadi û guhertinê tu jî rabe ser piyan’ li Akademiya Şehîd Jiyan dewreyek a perwerdeyê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo pêngava ‘Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan’ li Akademiya Şehîd Jiyan di pêşengtiya Meclîsa Îştar de dewreyek ya perwerdeyê hatibû destpêkirin, ev dewreya perwerdeyê ji 30 jinên xebatkar yên di saziyên cuda de xabat dikin hat dayîn. Perwerdeya ku li ser sîstema KJK’ê û 9 şaxên wê hatî dayîn hefteyekê berdewam kir.

Li ser navê meclîsa Îştar û mamostayên Akademiya Şehîd Jiyan mamosta Siadat Tok axivî û wiha got: ‘ Perwerdeya me li ser asasê sistema, xwerêvebirinê ye.”

‘Ji bo perwerdeyê em ê kar û xebatên xwe bidomînin’

Mamostaya Akademiya Şehîd Jiyan Siadat Tok li ser girîngiya perwerdeyê bal kişand ser sîstema perwerdekirinê û got: “Di bin banê akademiya Şehid Jiyan de ev hefteyeke ev perwerde hatiye destpêkirin. Li ser esasê sîstema, xwerêvebirin û xwerêxistinkirinê ev perwerde hat dayin. Yek ji armanca vê perwerdeyê ji bo xebatkarên Meclîsa Îştar di pêşerojê de di kar û xebatên xwe de bibe bingehek hin serkeftî bin. Perwerdeya me bi dawî bû, lê em ê wek mamostayên Akademiya Şehîd Jiyan ji bo jinan û her wiha ji bo civakê perwerde bikin kar û xebatên xwe bimeşînin. Ji bo perwerdeyê em ê kar û xebatên xwe bidomînin.”

‘Ji bo civakek azad divê jin azad be’

Jina bi navê Nurcan Urek ku tevlî perwerdeyê bûye li ser perwerdeyê hestên xwe wiha anî ziman: “ Ev hefteyek e me perwerde dît ev perwerdeya me gelek xweş derbas kir. Rojên destpêke hevpeymana KJK’ê û hevpeymana Meclisa Îştar hat xwandin pîştî wan li ser hevpeymanê nîqaş hatin kirin û her wiha di roja dawî de jî li ser tendurustî û anatomiya jinê ders hat dayîn. Dibe ku hefteyek kêm be ji bo perwerdeyê, lê di vê dewreyê de weke jin me gelek zanîn û agahiyên nu girt û em hêvîdar in di rojên pêş de ji dewreyên perwerdeyê yên cuda cuda ji bo jinan bên vekirin. Ji bo ku em bikaribin civakek azad ava bikin divê em destpêkê jinê azad bikin, azadiya jinê jî bi perwerdekirinê gengaz e.”

Back to top button