Arşîv

‘Me êşa xwe bi xêzkirina wêneyan parve kir’

ŞEHBA – Di çarçaveya hemleya Kongreya Star a ku bi dirûşma “Ax û rêmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” hatibû destpêkirin, Tevgera Kevana Zêrîn a şaxa Heleb û Şehbayê Pêşengeha Wêneyên Berxwedana Serdemê li hola kampa Serdem a Şehbayê li dar xistin.

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a ku bi dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” bi pêşêngtiya Tevgera Kevana Zêrîn ya şaxa Heleb û Şehbayê Pêşengeha Wêneyên Berxwedana Serdemê, li kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Di holê de nêzî 31 tablo hebû. Di nav tabloyan de 18 wêne ji aliyê mamosteyên Helebê ve hatibûn xêzkirin. 13 jî ji aliyê zarokên Efrînê ve hatibûn xêzkirin. Pêşengeh bi amadebûyina gelê kampê, Kongreya Star, Sazî û Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Fatma Silêman axivî û got: “Em ê hemleya xwe li dijî dagirkeriyê bi çalakiyan bidomînin. Tu kes nikare vîn û baweriya jina Kurd bişkînê.” Têkîldarî pêşengeha wêneyan, Endamên Tevgera Kevana Zêrîn nêrînên xwe parve kirin.

‘Me êşa xwe bi xêzkirina wêneyan parve kir’

Mamosteya xêzkirina wêneyan û Endama Tevgera Kevana Zêrîn a taxa Şêx Meqsûd a Helebê, Biharîn Sîno ser armanca xwe ji vekirina pêşengehê axivî û got: “Em bi dirûşma hemleya Kongreya Star çalakî û pêşengehên xwe li dar dixin. Me êşa xwe li Helebê bi gel re parve kir, niha jî li Şehbayê bi gelê berxwedêr re parve dikin. Armanca me ew e em bi rêya wêneyan pakrewanên azadiyê ya berxwedana Serdemê bi bîr tînin û em ê xwestekên wan jî her tim pêk bînin.”

‘Pêşengeh wêneyên pakrewanên Serdemê hembêz dike’

Endama Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê Ronahî Şêxo axivî û got: “Ev pêşengeh bi alîkariya Kevana Zêrîn ya Heleb û Efrînê hatiye lidarxistin. Pêşangeh wêneyên pakrewanên doza azadiyê hembêz dike. Em bi xêzkirina wêneyên pakrewanên xwe bi bîr tînin û tu carî jî em têkoşerên Berxwedana Serdemê ji bîr nakin. Em ê çalakiyên xwe cûr bi cûr di çarçoveya hemleya Kongre Star de bidomînin.”

‘Hemleya me bi berxwedana jinan didome’

Koordinasyona Kongreya Star a Efrînê, Eyşe Xezine bal kişand ser hemleya dijî dagirkeriyê û wiha pê de çû: “Di çarçoveya hemleya li dijî dagirkerî û DAIŞ’ê, Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên xwe ya hunerî li dar dixin. Em ê hemleya xwe bi berxwedana jin bidomînin û her dem ser piya bin, em pêşengeha wêneyên pakrewanên azadiyê li Serok Apo û girtîgehên azadiyê pîroz dikin.”

Back to top button