Arşîv

Endamên Rêxistina Kongreya Star belavok li saziyan belav kirin

KOBANÊ – Di çarçoveya hemlêya Kongreya Star a ku bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibe” hatibû destpêkirin, Endamên Rêxistina Kongreya Star belavok li saziyan belav kirin.

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a ku bi dirûşma “Ax û rumeta xwe bipareze dagirkerî û DAÎŞ’ê têk bibe” di 8’ê Tebaxê de li qada Jina Azad li Kobanê bi pêşengiya 20 hezar jinî dest pê kiribû, bê navber bi rêzeçalakiyên cuda cuda didome. Îro di çarçoveya hemlêye de belavok li gîştî Sazî, Dezgeh û Meclîsan hatin belavkirin.

Her wiha Endamên Rêxistina Kongreya Star piştî bi dawîkirina sazî, dezgeh û meclîsan dê belavokan li gel belav bikin.

Back to top button