Arşîv

Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê dewam dike

KOBANÊ – 3’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê ku bi dirûşma “Zarok mîrasa hunera jiyana azad in” dest pê kiribû bi pêşkêşkirina hunerên zarokan ew ê îro jî dewam bike.

Bi pêşengiya Tevegra Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), 3’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hat lidarxistin. Do di roja duyem a mîhrîcanê de zarokan hunerên stran, şano, govend, lîstokên zarokan û wêneyên ku bi destên zarokan hatine xêzkirin, pêşkêş kirin.

Komên ku do beşdarî mîhrîcanê bûn wiha bûn: Koma stranan ya Feyroz, Koma Ş. Halim ya stranê, Koma Cirin a lîstikê, Koma Ş. Sariya a govendê, Koma Şanoyê ya Tebqayê, helbestvan Hêlîn û Hemrîn, helbestvan Izet Elî, Koma Şanoya Ş. Mustefa, Koma govendê ya Ş. Şîlan, Koma Stranan a Dirêt Firat, Koma Stranan a Tebqa û Koma Şanoyê ya Reqayê.

Do pêşengeha wêneyan ku bi destên zarokên herêma Firatê hatibûn xêzkirin, hat pêşkêşkirin. Her wiha koma ş. Barîn ya Stran, koma Robot reqsa bi navê robot leyîst, Ş. Rêvana ya Govendê, helbestkar Şîlan û Zîlan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Mîhrîcan do di roja duyem de bi awayekî serkeftî bi dawî bû. Ew ê îro jî di roja 3’an de mîhrîcan bi dawî bibe.

Back to top button