Arşîv

Jinên Kobanê bi meşekê dagirkeriya Tirk şermezar kir

Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a “Xak û rumeta xwe biparêze dagirkeriya Tirk û DAIŞ‘ê têk bibin” bi dehan jinên navçeya Sirînê ya başûrê kantona Kobanê meşek li dar xist û gefên dagairkeriya Tirk şermezar kir.

Jinan alên Kongreya Star, YPJ, Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hilda bûn û dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz dikirin.

Meş li derêyê ketina navçeyê rawestiya. Endama Kongreya Star a navçeyê Nehla Hesen axivî û anî ziman ku helwesta jinan a li dijî dagirkeriya Tirk yek e.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Çelebiyê Zuleyxa Nebîl jî axivî, têkoşîna jina azad a ji bo parastina xaka û rumeta xwe ji dagirkeriyê silav kir.

Li bajarê Kobanê di heman armancê belavok hatin belavkirin. Tê de navarok û armancên hemleyê hatine diyarkirin.

Back to top button