Arşîv

Meclisa Jinan a Sûriyê bi boneya Roja Aştiyê dest bi hemleyekê kir

Hemle li Çerxerêya Şehîd Rûbar a Qamişlo ku dikeve taxa Xerbî ya bajar, hate ragihandin.

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyê, jinên rêxistinên civaka sivîl, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û jinên rewşenbîr ên serbixwe yên rewşenbîr û siyasetmedar tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat ve hate xwendin.

Lîna Berket got dirûşma wan a “Aştiya bêsînor” a pîrozkirina Roja Aştiyê, da ku ew teqez bikin ku aştî nayê parçekirin, divê hemû welat û civakan bigire nava xwe.

Lîna anî ziman ku aştî ger ku jin bi hemû enerjiya xwe di avakirin û parastina wê de cihê xwe negirin û tev lê nebin, pêk nayê.

Lîna Bereket behsa çalakiyên wan ên plankirî kir û ev tişt got: “Bi dirêjahiya hefteyekê, em ê çalakiyên cur bi cur ji bo pîrozbahiya vê rojê li dar bixin, da ku em dengê xwe bigihînin xwediyên biryaran. Her wiha em ê teqez bikin ku aştî, wek jin, daxwaza me ye.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27