Arşîv

Di nava 2 mehan de zêdetirî 29 jin hatin revandin û îşkencekirin

Ji dema dagirkirina Efrînê ve ji hêla artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê di 18’ê Adara sala borî ve, jin bi gelek binpêkirinên mîna kuştin, îşkence, revandin û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Ji bilî wê jî rewşên xwekuştinê yên bi sedema destdirêjiyên çeteyan jî hene.

Çete binpêkirinên xwe yên bi mafên şêniyên kantona Efrînê, bi taybet li ser jinan bi hewldana çewisandina nasnameya kurdî û guhartina çand kurdî, zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka meha Tebaxê ve 2 kiryarên desteserkirina çeteyan ên malên ku tenê jin û zarokên wan tê de, belge kirin, da ku malbatên çeteyan tê de bi zorê bi cih bikin.

Çarenûsa bi dehan jinan ne diyar e

Jinên Efrînê ji hêla AKP’ê ve pir azaran bi sedema zordariya li ser sivîlan û tirsandina wan, dikişînin. Hê jî çarenûsa bi dehan jinên di 2 mehan de hatine revandin, ne diyar e.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, zêdetirî 25 jinan bi bihaneyên cihêreng hatin revandin. Hin ji wan di dema ji malên xwe derdikevin ku pêdiviyên xwe bikirin, tên revandin û hin jî bi zora çekê bi armanca xizmên wan fîdyeyan bidin, tên revandin. Fîdye heta milyon û nîvekê jî derbas dike.

Jinên ku ji navçeya Cindirêsê hatine revandin wiha ne; Dilşan Koçer, Zelox Husên, Zêneb Mihemed, Fîdan Husên, Stêrvan Esed ji gundê Kefersefrê ne. Ji navçeya Şêrawa jî Yildiz Ebdo, Sûad, Valantîna Ebdo Celbir û Zêneb Betal ji gundê Basûtê. Ji navçeya Raco jî Nebîha Xelîl, Letîfa, Mewloda Xelîl, Wîdad Weqas, Emîra Cehîha û Heyfa Bekir a ji gundê Qude. Ji navçeya Mabeta jî Hêvîn Ubêd a ji gundê Berko, hevjîna Mihemed Ezo ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê. Ji navçeya Şera jî Zêneb Dirar ji Kefercenê. Ji bajarê Efrînê jî Fila Ebdo, 2 jinên niştecih li Efrînê û niştecihek ji Humsê hevjîna Rehmûnî, Sêlîna Tewîla û Rûken Misto ji Maratê, 2 jin ji Dêrikê ji Mabata Mihemed Baqî û Narîman Mihemed ji gundê Qota yê navçeya Bilbilê hatin revandin.

Astengiyên ber bi xwekuştinê ve

Her wiha jî jinên Efrînê bi sedema tirsa revandin, astengî û destdirêjiyên ji hêla komên çete yên li Efrînê ve nikarin ji malên xwe derbikevin. Di çarçoveya van astengiyan de xwekuştin di nava jinên ciwan ên Efrînê de zêde dibe. Jin an xwe bi dar ve dikin an jî xwe diavêjin avê.

Îşkenceyê lê dikin û dikujin…

Şêniya bi navê Hûriyê Mihemed Bekir (70) di îşkenceyeke hovane re li ser destê koma Cebheta El-Şamiyê ya girêdayî artêşa dagirker a Tirk re bi ajoya dizînê derbas bû. Her wiha şûna lêdanê li ser rûyê wê eşkere dibû. Ji ber wê jî jiyana xwe di 6’ê Îlonê de ji dest da.

Ji aliyekî din ve jî, şêniya bi navê Stêrvan Hesen di encama şerê li gundê Kefersefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê de rû daye, birîndar bû. Ji hêla Firqet El-Hemzat tevî zarokên wê hat revandin û hê jî çarenûsa wan ne diyar e.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Cîhan Elî, bang li saziyên navdewletî û hiqûqnasî kir ku destwerdana lezgîn bikin ku van kiryarên li Efrînê der barê mafên jinan de bi taybet pêk tên, rawestînin. Her wiha jî fişarê li rejîma Sûriyê bikin ku li hember gelê Efînê ku parçeyeke ji xaka Sûriyê ye, bi erkên xwe rabin.

Back to top button