Arşîv

Li Kobanê û Serêkaniyê çalakiyên jinan

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşmeya `Ax xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ`ê têk bibe` debi dehan jinêna navçeya -Qenaya ya rojavayê Kobanê meşiyan, her wiha jinan li herêma Serêkaniyê belavokên girêdayî pênasekirina hemleyê belav kirin.

Meş ji gundê Hemdaşat ê bakur navçeya Qenaya destpê kir û li gundê Qibe ê li ser beravê Çemê Firatê bi dawî bû. Jinan gul avêtin çemê.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Qenaya Kewser Silêman axivî û gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Her wiha bang li tevahiya gelên herêmê kir ku li hember dagirkeriya Tirk refên xwe bikin yek.

Li herêma Serêkaniyê jinan ji çarxerêya El-Berîd heta avahiya meclisa navçeyê geriyan û belavokên li şêniyan belav kirin.

Li ser belavokan ev nivîs hatibûn nivîsîn; `Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin`, `Em çi diparêzin?`, `Hebûn, çand, ziman û nasname`, `Jiyana azad û hevpar û aştiya di navbera gelan de`, `Vîna azad û rêxistina jin`, `Siyaseta demokratîk, rêveberî û hevserokatî`, `Perwerdehiya bê pere û ragihandina azad bi zimanê dayîkê ye`, `Dewlemendiya çand û huner`,`Aboriya taîfî û ekolojî (zanista hawîrdorê)`, `Av, ax û tevahiya jêderên xwezayî`, `Mafê xweparastinê û edaleta jinê`, `Pêşxistina jinelojî ji bo azadiya jinê û civakê` û `Hevgirtin û yekitiya jinên cîhanê`.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Kongreya Star a herêma Serêkaniyê Selwa El-Ehmed ji ajansa me re diyar ku hemleya wan bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ`ê têk bibe` di 8`ê Tebaxê de li kantona Kobanê destpê kiriye û derbasî meha duyemîn dibe.

Selwa tekez kirk u armanca wan ji hemleyê parastina herêmê, sekinandina li hember tevahiya gefên li dijî herêmê û parastina jinê û mafên wê li ser tevahiya astan û waran e.

Back to top button