Li Êlihê komxebata ji bo jinên Êzidî
Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin a Navneteweyî, komxebata “73’emîn Ferman û Têkoşîna Azadiya Jinên Êzîdî” li dar xist. Komxebat li Salona Konferansê ya Baroya Êlihê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Saliha Aydenîz, Huda Kaya, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Bajaroka Awîskê Hatîce Taş, Aktivîstên TJA, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Ayşe Berktay û gelek jin beşdarî komxebatê bûn.
Komxebat bi pêşandana sînevîzyona derbarê jenosîda Êzîdiyan de hatibû amadekirin, dest pê kir. Dûre Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca, axaftinek kurt kir û wiha got: “Gel Êzîdî rastî komkujiya fermana 73’yan hat. Em behsa êşek pir mezin dikin. Li vê derê ne tenê jinên Êzîdî hatin hedef girtin, di heman demê de hemû jinên cîhanê hatin hedef girtin. Jin li bazaran hatin firotin. Hemû kesan tenê temaşe kirin. Jinên dîl girtî li bazaran bi 10 dolaran hatin firotin. Dîsa zarokên biçûk ên 4 salî di bazaran de hatin firotin û tecawîz kirin. Ev hovîtiya jinan hat kirin, îro jî dewam dike.”
Dûre rojnameger Berfîn Hêzîl a şahidiya komkujiyê kir, ji Almanyayê bi vîdeoyê beşdarî komxebatê bû û komkujiya li ser Êzîdiya vegot. Hezîl, diyar kir ku Şengal xwedî cihek stratejîke û wiha axivî: “Çiyayê Şengalê keleha Êzîdiyane. Ger çiya nebûna, wê Êzîdî ji dîrokê bihatan jê birîn. Êzîdiyên bê parastin man, DAIŞ’ê êrîşê wan kirin. Dema ku DAIŞ’ê êrîş kir, bi deh hezaran mirov ber bi komkujiyê ve hatin şandin. 300 DAIŞ’iyan bi deh hezaran mirov ji cih û warên wan kirin, êsîr girtin û di komkujiyê re derbas kirin. Berî her tiştî pêşmergeyên Başurê Kurdistanê bûn sedema vê yekê. Ji ber ku pêşmerge bi çekên xwe yên giran ji bajêr reviyan, DAIŞ bi rehet karî bikeve Şengalê. Ji ber vê gel neçar ma ku bajêr terk bike. Ev jî bû sedem ku gel nekare li ber xwe bide. Dema ku rev çêbe, tu xelasiya mirov jî tuneye. Gelek Êzîdiyên derbasî Ewropa bûne, hîna jî trawmaya derbas kirine, dijîn. Li Ewropayê hema bêje her roj jinek an jî zilamek Êzîdî yan dimirin, an jî întîxar dikin. Ev tên veşartin. Divê em ser van de biçin.”
Endama Meclîsa Jinên Şengalê Ferîde Sadû jî, bi vîdeo ji Şengalê beşdarî komxebatê bû. Sadû, anî ziman ku mirovahî jî di fermanê de winda bû û wiha axivî: “Hemû cîhan bêdeng ma. Îro êşên Êzîdiyan dewam dikin. Ji ber vê yekê têkoşîn dewam dike. Yek ji armancên me ew ku em 3’yê Tebaxê weke roja komkujiyê bidin qebûl kirine. Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi deh hezaran jin hatin firotin. Hîna jî aqûbeta 4 hezar jinan nayê zanîn. Em li wan digerin. Em gelek caran heya Arabîstana Suudî çûn û me hewl da em bi pereyan jinan rizgar bikin. Îro jinên Êzîdî ne mîna berê ne. Xwe bi rêxistin kirine û di asta ku xwe û gelê xwe biparêzin dene. Îro hesabê hemû kesan li ser Şengalê hene. Em jin dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Ji ber vê yekê hesabên kî hebin, em van hesaban qebûl nakin. Ji ber ku armanca me ya jiyanek azad heye.”
Piştî axaftina Sadu, rojnameger Ayşe Gokan dîroka Êzîdî û Kurdan pêş kêş kir.