Arşîv

Çalakiyên jinan didomin: Li Kobanê meş, li Dêrikê belavok hatin belavkirin

Çalakiyên pêngava “Xak û rumeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ‘ê têk bibe” ya ji aliyê Kongreya Star ve hatiye destpêkirin berdewam dike.

Li navçeya Şêranî ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê meşek hate lidarxistin, bi dehan jinên navçeyê û bajarê Kobanê beşdarî meşê bû.

Meş li rêya sereke ya navçeyê dest pê kir û li gundê Til Hacibê bi dawî bû.

Jinan alên Kongreya Star, YPJ, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Berxwedana jin faşîzma Erdogan têk bir” hilda bûn û dirûşmeyên li dijî dagirkeriya Tirk û silavkirina berxwedana jinan diavêtin.

Meş li gundê Til Hacibê rawestiya. Endama Kongreya Star a navçeya Şêrnê Letîfa Mehmûd axivî û got ew ê têkoşîna xwe ya li dijî gefên Tirkiyê mezin bikin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin biparêzin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel ji aliyê xwe ve bang li hemû jinan kir ku beşdar pêngavê bibin û helwesta xwe ya li dijî gefên li ser herêmê diyar bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin bi dawî bû.

Li bajarê Dêrikê jî yê kantona Qamişlo endamên Kongreya Star di çarçoveya pêngavê de belavok li welatiyan belav kirin.

Endamên kongreyê bi cil û bergên xwe yên folklorî li ber avahiya Kongreya Star kom bûn û belavokên girêdayî pêngavê, hişyariyên ji xeteriyên madeyên hişbiriyê û zewaca bi temenê biçûk li şêniyan belav kirin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27