Arşîv

Meclîsa Jin a Sûriyê li ser aşitî û rola jinê semînerek da

HELEB – Bi pêşengtiya Meclîsa Jin a Sûriyê ya taxa Şêx Meqsûd a Helebê semînerek li ser rola jinê hat dayîn.

Meclîsa Jinê ya Sûriyê hemeleyek li ser pêşxistin û hişyarkirina jinê da despêkirin. Meclis dê rêzeçalakiyên cur bi cûr bi cûr li dar bixe. Di vê çarçoveyê de îro Meclîsa Jin a Sûriyê li taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê semînerek li ser aşitî û rola jinê di avakirina aşitiyê de da. Di semînerê de bi dehan jinên herêmê û endamên saziyan cih girtin. Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Jin a Sûriyê Heyfe Hesen ve hat dayîn.

Heyfayê di semînerê de bal kişand ser rola jinê di avakirin û aşîtiyê de û wiha got: “Îro jin li her derê civakê bûne xwedî hêz. Niha li Efrînê hovîtiyek tê jiyîn. Li Efrînê jin tên kuştin, tecawîzkirin û revandin. Li hember vê hovîtiyê hemû dewlet bêdengiya xwe diparêzin. Dewlet li ser dîkê banga aşîtiyê dikin û qanûnan ji bo aştiyê derdixin, lê di pratîkê de ne wiha ye. Pêwiste em li hember van kiryaran berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin. Dengê tevahî jinan bibîhîzin. Dema jin tê gotin jiyan, xweşî, aşitî û azadî tê hişa mirovan.”

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Back to top button