Arşîv

Li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo pêşangeha wêneyan

QAMİŞLO – Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Rêveberiya Şunwaran pêşengeha wêneyên a ku dagirkeriya dewleta tirk bi guhartinên demogafîk li herêma Efrînê pêk anî, li dar xist.

Dewleta tirk di 18’êAdara 2018’an de ket nav erdê Efrînê. Li dijî gelê Efrînê her roj kiryarên talanê û guhertina demografiya herêmê derdikeve holê. Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Rêveberiya Şunwaran pêşengeha wêneyên a ku dagirkeriya dewleta tirk bi guhertinên demogafîk li herêma Efrînê pêk anî, li darxistin .Her wiha pêşengeh 3 rojan li herêma Şehbayê û 2 rojan li Kantona Kobanê hate li darxistin, piştî wê li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê 2 rojan wê pêşangeh ji serdanan re vekirî bimîne.

Bi dehan welatiyên bajarê Qamişloyê û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk di pêşengehê de amade bûn.
Paşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê bername hat destpêkirin. Her wiha têkîldarê mijarê sinevîzyonek jî hate pêşkêşkirin.

Back to top button