Arşîv

‘Jîneolojî wê zihniyeta baviksalariyê biguhere’ (1)

KOBANÊ – Endama Komîteya Jineolojîyê ya beşa lêkolînan a herêma Firatê Şînda Kenco di derbarê komcivîna ku di 25’ê Îlonê de wê bê li darxistin axivî û wiha got:” Jineolojî riya çareseriya pisgirêkan e.”

Komcivîna Komîteya Jineolojîyê wê di 25’ê Îlonê de bi dirûşma “Ji bo li dijî derketina zayedparêziya civakî, em dibêjin Jîneolojî” li Kobanê bê lidarxistin. Endama Komîteya Jineolojîyê ya lêkolînan a herêma Firatê Şînda Kenco di derbarê komcivînê de axivî. Komcivîn dê li gor beşan were lidarxistin. Beşa yekem a komcivînê danasîna zanista jin (Jineolojî) û beşa duyem jî xeteriya, neyînî ya zewaca zarokan e. Li ser herdû beşên komcivînê Şînda Kenco ji ajansa me re axivî.

Şînda di despêka axaftina xwe de bal kişand ser komcivînê û wiha got: “Ev demeke ku em amedekariyan ji bo lidarxistina komcivînê dikin, di komcivînê de çar xal wê werin nîqaşkirin, xalên ku bêne nîqaşkirin wiha ne; Jineolojî, tundî, zayendperestî û zewaca zarokan e. Komcivîn di bin dirûşma “Ji bo li dijî derketina zayendparêziya civakî, em dibêjin Jîneolojî” wê were lidarxistin. Ev cara yekemîn e komcivîneke wiha li Kobanê tê lidarxistin Ji ber sedema ku di civaka me de zayendperestî di radeyek bilind de tê jiyîn û di nava civakê de jin di rêza duyem de tê dîtin û her wiha pirsgirêka zewaca zarokan hîn jî li herêmên me bi awayekî temamî nehatiye çareserkirin. Ji ber van sedeman me pêwîstî bi komcivînek wiha dît.”

‘Jineolojî rêya çareseriyê ye’

Şîndayê li ser zewaca zarokan û bandorên wê yên neyînî wiha domand: “Jineolojî pirsgirêkên hemû jinan çareser dike. Civaka baviksalarî beriya her tiştî jinên ciwan kiriye bin bandorên xwe yên neyînî. Di aliyekî din de jî bandora koçberî û şer jî li ser civakê heye. Her wiha malbat zarokên xwe bi temenekî biçûk dizewicînin bi hinceta ku bisitirê û biserî bibe, lê di encamê de, ew zarok rastî zexta mêrê desthilatdar tê û jiyan ji bo wan zarokan bê wate dibe. Heta em dikarin bêjin ku êdî jiyan ji bo wan xilas dibe. Ji ber di civakê de zewaca zarokan zêde ye, ji bo wê pirsgirêkên civakê, hevberdanê zêde dibe.”

‘Jîneolojî hêza aqilê civakî ye’

Şîndayê herî dawî bal kişand ser Zanista Jineolojîyê û wiha got:”Jineolojî bi xwe zanisteke civakî ye. Dema ku em dibêjin Jineolojî hinek kes wisa dihizirin ku Jineolojî tenê temsîla jinan dike. Lê ya rast zanista jin Jineolojî temsîla civakê dike. Zanista jinê wê bibe riya çareseriya hemû pirsgirêkên civakan. Ji bo em bikaribin di bin banê Jineolojîyê de baştir civakê bînin ba hev me pêwîstî bi vê komcivînê dît. Di komcivîna Jineolojiyê de jin û mêr wê cihê xwe bigirin. Di komcivînê de em ê hewil bidin ku pirsgirêkên di civaka Kobanê de heyî bi rêya nîqaş, perwerde û komxebatên wiha çareser bikin.”

Back to top button