Arşîv

Belavokên pênasekirina hemleya Konreya Star hatin belavkirin

HESEKÊ – Îro belavokên girêdayî pênasekirina hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagikerî û DAIŞ’ê têk bibe” hatibû destpêkirin, li Taxa Giwêran a Bajarê Hesekê hatin belavkirin.

Di çaraçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma‘Ax û Rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” hatibû destpêkirin, belavokên girêdayî pênasekirina hemleyê li taxa Giwêran a Bajarê Hesekê li şêniyan hatin belavkirin.

Li ser belavokan ev nivîs hatibû nivîsandin; “Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” , “Em çi diparêzin? Hebûn, çand, ziman û nasname” , “Jiyana azad û hevpar û aşîtiya di navbera gelan de” , “Vîna azad û rêxistina jinê”, “Pêşxistina Jineolojîyê ya ji bo azadiya jin û civakê” û “Hevgirtin û yekîtiya jinên cihanê”.

‘Armanca me parastina Herêm û nirxê şoreşê ye’

Têkîldarê mijarê Endama Kongreya Star Intsar Himêd a navçeya Giwêran diyar kir ku hemleya Kongreya Star ji 8’Tebaxê de dest bi hemleyê kiriye û derbasî meha duyemîn dibe û got: “Armanca me ji hemleyê parastina tax, navçe, bajar û herêman û sekinandina li himber tevahî gefên li dijî Herêm û nirxê jinan tê kirin û parastina Herêmê û nirxê şoreşê ye.”

Li gorî agahiyan dê hemleya belavkirina belavokan dê 2 rojan li Hesekê dewam bi

Back to top button