Arşîv

Dê Rêveberiya Aboriya Jinê mîhrîcana genim li dar bixe

QAMIŞLO – Ji Rêveberiya Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hûriya Şemdîn diyar kir ku dê Rêveberiya Aboriya Jinê mîhrîcana xwe ya genim li Kantona Qamişloyê di 28’ê Îlonê û li Kantona Hesekê di 30 îlonê de li dar bixe.

Bi pêşengtiya Komîteya Kongreya Starê Rêveberiya Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew ê mîhrîcana xwe ya genim li Kantona Qamişloyê di 28’ê Îlonê û li Kantona Hesekê di 30 îlonê de li dar bixe. Ji Rêveberiya Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hûriya Şemdîn derbarê mîhrîcanê de axivî.

‘Dijmin negihaşt armanca xwe’

Hûriyayê diyar kir ku Abroriya Jinê ji sala 2015’an hatiye avakirin û gavên baş bi dest xistiye û wiha dom kir: “Di aliyê kar û xebat û derfetan de ji bo jinan gavên mezin hatine avêtin. Sîstema xebat piranî li ser çandiniyê tê meşandin. Vê salê şewitandina hinek erdan êşek ji bo aboriya jinê çêkir. Dijmin dixwest derbeyekê di şexsê aboriya jinê de li Rojava bixe û hêza gel bişkîne. Li gorî wê jî têkoşîn û berxwedan mezintir bû. Dijmin negihaşt armanca xwe, li ser vî esasî amedekariyên mîhrîcana genim tê kirin.”

‘Armanca mîhrîcana girêdana jinê ya bi axê re nîşan dide’

Hûriyayê wiha dom kir: “Ew ê mîhrîcana genim di 28’ê Îlonê de li Navçeya Tirbespiya Qamişloyê, di 30’ê Îlonê de jî li Bajarê Sêrêkaniyê ya Kontona Hesekê bê lidarxistin. Armanca me ya mîhrîcanê ew e ku em wek jin çiqas bi axa xwe ve girêdayî ne, em vê nîşa bidin û têkoşîna li hember dijmin, parastina aboriya xwe bikin. Jin bi axa xwe ve girêdayî ye û wê vê girêdanê jî bidomîne. Bi rêvebertiya jinê em ê aboriya xwe hîn xurtir bikin. Berxwedana jinên Rojava di qada aboriyê de ji bo hemû cîhanê mînak e. Ev mîhrîcan di bin sîwana Kongreya Star de bi hêmbêzkirina tevahî jinan ew ê çêbibe.”

‘Yekemîn car mîhrîcana genim di cîhanê de çêdibe’

Hûriyayê herî dawî ev yek got :”Ev mîhrîcan di qada aboriyê de berdewamiya têkoşîna jinan e. Yekemîn car e ev mîhrîcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê tê çêkirin. Yekemîn Komîteya Aboriya Jinê jî di cîhanê de hatiye birêxstinkirin. Bi vê mîhrîcanê jî jin ji tevahî cîhanê re dibêjin berxwedana me berdewam e û hêviya me her serkeftin e.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27