Arşîv

Yekemîn Komxebata Navenda lêkolînên Jineolojiya destpê kir

Navendas Lêkolînên Jineolojiya ya herêma Firatê bi dirûşmeya “Jineolojiya li dijî zayendperestiya civakî” li hola Firat a bajarê Kobanê dest pê kir.

Bi dehan jinên xebatkarên saziyên sivîl, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêveber û endamên Navenda Lêkolînên Jineolojiya beşdarî komxebatê bûne.

Li hola ku komxebat tê lidarxistin wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Ocalan û pankartên bi nivîsa,”Çima Jineolojiya ji bo avakirina jiyana hevbeş û azad” hatine daleqandin.

Di komxebatê de wê 3 beşên sereke (Zayendperestiya civakî, zewaca temen biçûk û tundiya li dijî jinan her wiha çareseriya wan) dê werin nîqaşkirin.

Back to top button