Arşîv

Dayikên Berxwedêran:Em ê sozdarên şopa zarokên xwe bin

ŞEHBA – Dayikên berxwedêrên azadiyê yên ku li Kampa Berxwedanê dimînin, bi hêviya vegera li ser axa Efrînê têkoşîna xwe didomînin. Dayikan gotin: “Hezkirineke tim me ber bi Efrînê ve dibe. Rihê zarokên me li wir in. Em ê jî vegerin Efrînê. Em ê sozdarên şopa zarokên xwe bin û welatê xwe azad bikin.”

Dayikên berxwedêrên azadiyê yên ku ji Efrînê koçî Kampa Berxwedanê ya li Şehbayê kirine, li ser dagirkeriya Efrînê û têkoşîna zarokên xwe ya li hember êrîşkaran hestên xwe parve kirin û soza dewamiya têkoşînê didin. Dayikan dan zanîn ku ew ê sozdarên doza zarokên xwe bin û heyecana wan ji bo têkoşînê wê her hebe.

‘Têkoşîna dayikên dilbiêş wê dagirkeriyê têk bibe’

Dayika berxwedêr (Çiya), ya bi navê Hediye Elî qala kiryarên hovane yên li ser Efrînê dike û wiha dibêje: “Tu kes bi dagirkirina welatê mirovên din, nikarê bigihêje serkeftinê. Tiştên ku li Efrînê çêbûn pir biêş bûn. Me parçeyek ji kezeba xwe ji bo axa welatê xwe da. Em ne poşman in û em serbilind in. Em ji têkoşînê re amade ne. Dayikên dilbiêş wê dagirkeran têk bibin, heyecana me ji bo têkoşînê wê her hebe.”

‘Keça min ji bo axa Kurdistanê canê xwe feda kir’

Her wiha dayika berxwedêr (Ronahî), Emîne Qenber behsa têkoşîna keça xwe ya di nava şerê Efrînê de kir û wiha got: “Keça min Ronahî ji bo parastina axa Efrînê canê xwe feda kir. Ez serfiraz im ku keça min di nava parastina axa xwe cihê xwe girt û gihaşte şehadetê. Ez wekî van hemû dayikan dilşewat im. Keça min ji bo axa Kurdistanê canê xwe feda kir. Min keça xwe diyarî axa Kurdistanê kir û ez ê di sozdariya doza wê de berdewam bim.”

‘Heskirinek tim me ber bi Efrînê ve dibe’

Dayika Fatima Şêxo jî hest û hezkirinên xwe ji bo axa Efrînê re anî ziman û got:”Li Efrînê me zarokên xwe bi destê xwe kirin bin axa pîroz. Hezkirineke tim me ber bi Efrînê ve dibe. Rihê zarokên me li wir in. Em ê jî vegerin Efrînê. Eger zarokên me ewqas ji Efrîn hez nekiribana, îro ne di bin axa wê de bûn. Em dayikên pakrewanan e, têkoşîna me li hember dijminan ranaweste. Em ê di şopa zarokên xwe de bimeşin û welatê xwe azad bikin. Em ê sozdarên şopa zarokên xwe bin.”

Back to top button