Arşîv

Komcivîna Jîneolojiyê bi pêşniyar û encaman bi dawî bû

KOBANÊ – Komcivîna Navenda lêkolînên Jîneolojiyê ya Kantona Kobanê ku bi dirûşma “Ji bo li dijî derketina zayendparêziya civakî, em dibêjin Jîneolojî” dest pê kiribû bi pêşniyar, niqaşên dewlemend û encaman bi dawî bû.

Navenda Lêkolînên Jîneolojiyê ya Kantona Kobanê yekem car li Kantona Kobanê mijarên zayendparêziya civakî, tundiya li ser jin, zewaca zarokan û ji bo rê û rêbazên çareseriyê em dibêjin Jîneolojî komcîvînek li dar xist. Di komcivînê de nêzî 100 kes ji partiyên siyasî Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê, Endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û kesên serbixwe beşdarê komcivîn bûn. Komcivîn li Eywana Furat a Kobanê hat lidarxistin. Komcivîn bi pêşniyar û encaman bi dawî bû.

Endama Rêveberiya Komîteya Jîneolojiyê ya Lêkolînên a herêma Firatê, Dîrok Qehreman axaftina dawî ya komcivînê kir û wiha got: “Li ser bingeha vê komcivînê, Jineolojî bi rengekî zanist û berfireh dê pirskirêka zayendparêziyê çareser bike. Me di komcivînê xwe de çar mijarên sereke girt dest û pêwistiya nirxandinan jî hebû. Di niqaşan de rexne, nirxandin û encam derket holê. Pêwist e em rengekî du alî û bi şeklekî estetîk û zane em xwe û civaka xwe perwerde bikin. Pêwistî ji nû ve analîzekê sosyolojîk heye. Em bawer in ku wê di demên pêş de komcivînên bi vî awayî werin lidarxistin, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bijîn.”

Komcivîn bi nîqaş, pêşniyar û bi encaman bi dawî bû.

Back to top button