Arşîv

Tundî sûcê zîhniyeta civakê ye, divê bi rêbazên rast were hilweşandin

KOBANÊ – Komcivîna Jîneolojîyê bi nêrîn û nîqaşên dewlemend didome, mijarên ku di komcivînêde tên nîqaşkirin bi rêbazên zanistî tên şîrovekirin.

Komcivîna Jînolojîyê ya ku li Kobanê tê lidarxin, bi mijarên nû li ser tundiya li dijî jin û rê rêbazên çareseriyê tê nîqaşkirin. Di nava maseya hazirkirina herdû beşan de, Endama Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Şêrîn Muslim û Endama Komîteya Jineolojîyê ya beşa lêkolînan a herêma Firatê Dicle Heyder bi beşdarvanan re herdû mijar guftûgo kirin.

‘Divê em piştgiriya jinan bikin û kesayetên bi hêz ji wan ava bikin’

Hevseroka Meclisa Zagonsaz ya Herêma Firatê Fewza Ebdî li ser mijara tundiya li dijî jinê wiha nêrînên xwe anîn ziman:”Dema ku di hindirê malbatê de perwerdeya rast ji bo zarokan neyê dayin û kesayetên rast neyên avakirin wê jin rastî tundiyê werin. Divê em piştgirtiya jinan bikin û kesayetên bi hêz ji jinan ava bikin. Reng û rêbazên şerma jinan ji nava civakê rabikin. Nezaniya hişmendiyê bandorê li zarokên wê malbatê jî dike. Zanebûn roleke mezin di pêşketinê de dilîze. Divê em bi guhertinên nû û demokratîk re bin û di nava tevgera pêşxistina jinan de bin. ”

‘Divê jin ji tundiya mêran desthilatdar werin parastin’

Berdevkê Fermî yê Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mistefa Balî di derbarê şêweyên şidetê de axivî û wiha got:” Şêweyên tundiyê bi du rêbazan tên bikaranîn, yek jê tundiya derve ye, ya din jî di hundirê mirovan de ye. Mêr gelek rengên tundiyê ji xwe re rewa dikin, mînakên wê jî dema mêr tundiyê li ser jinan dikin bi şêweyê wekî zewacê yan jî berdane ev dike ku jin di navbera du aliyan de fetisî bimîne. Divê jin ji van rêbazên tundiyê werin parastin, tu zagonên ku jinan biparêzin heye niha ji bilî pirojeya demokratîk ne hatine pejirandin. Em dixwazin bi rêya van komcivînan, bi mêran jî bidin famkirin ku tundiyek li ser jinê tê kirin û sedema bingihîn jî ew e mêr e.”

‘Divê wekheviyek di civakê de were çêkirin’

Beşdarvana bi navê Rozîv Berkel di komcivînê nêrînên xwe wi vegot:”Tundî ne tenê li ser jinan tê kirin, di heman demê de jî li ser zarokan tê meşandin . Mînak dema ku keçek û hevalekî xwe bi hev re bin wê demê malbat dibêje şerm e, an jî ev ne exlaqê civaka me ye û ew zarok rastî tundiyê tên. Hînek pîvan li gorî lêkolînan nehatine guhertin. Weke ku herdu zayend bi rengekî azad di bi hev re bijîn. Divê wekheviyek di nava civakê de were çêkirin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27