Arşîv

‘Helbest hevala min a serdemê ye’

QAMIŞLO – Helbestvan Meyem Temir a ku helbestê wek hevala xwe ya serdemê dibîne, axivî û wiha got: “Çawa ku mirov li tenduristiya xwe baldar e, divê li hest û helbestê xwe jî baldar be, da ku ew tiştê ku dixwaze bîne ziman, bi awayekî xweştir bîne ziman.”

Yek ji hunerên ku hestên mirovan bi lêv dikin ew jî helbest e. Helbestvan Meryem Temir a bi temenê xwe 40 salî ye û dayika sê zarokan e, di 15 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û armanca wê ew bû ku bibe helbestvaneke serkeftî. Pênûsa xwe bi helbestên li ser jinan dihone. Meryemê li ser nivîsandina helbestan nêrînên xwe parve kir.

‘Bi rêya nivîsandinê û helbestan bêhna xwe fireh dikim’

Meryemê di destpêka axaftina xwe de behsa serpêhatiya jiyana xwe û nivîsandina helbestan kir û wiha got: “Ji zarokatiyê de min di xwe de hîs kir ku tiştekî hevbeş di navbera min û nivîsandinê de heye, wek hewildanên destpêkê min dinivîsand, lê ne di wê asta bilind ya ku min dixwest de bû. Piştî ku hinek ji temenê min derbas bû, êdî min nas kir ku ez dikarim helbestan binivîsim. Di dema ku min hîs dikir bêhna min teng bûye, ez berê xwe didim nivîsandinê. Bi rêya nivîsandinê û helbestan bêhna xwe fireh dikim. Min pelê sipî ji bo xwe wek hevalêkê didît û min dilê xwe jê re vedikir. Asta pêşketinê di helbestê de li ser hewildanên mirovan dimîne.”

‘Mirov bi hewildana xwe dikare berhemên xwe pêşkêş bike’

Meryemê di dewama axaftina xwe de behsa astengiya ku civakê li pêşiya wê dan çêkirin dike û wiha got: “Civaka berê û niha ne wek hev e. Piştî şoreşa Rojava gel pir hatin guhertin. Di civaka me ya berê de jin nikarîbû ji mal derkeve heya nikaribû dibistan jî bixwîne. Her tişt ji bo jinê qedexe bû. Yek ji wan xwendin û nivîsandin bû. Civakê her dem zor li min dikir da ku ez hestên xwe bi helbestan neynim ser ziman, lê belê min hêstên xwe veşartî dinîvîsand. Piştî ku dem bihurî temenê min zêde bû min eşkere helbestên xwe dinîvîsand û parve dikir. Divê mirov bi xwe hewildan bide ku berhema xwe bi civaka xwe re bide qebûlkirin.”

‘Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re vîna jinên kurd derket pêş’

Meryemê bal kişand ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha pê de çû:”Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tiştên gelek erênî bi xwe re anî. Bi taybet vîna jinên kurd di her aliyê de derket pêş. Yek ji wan pêşketinan di aliyê wêjeyî de ye. Niha bi hezaran helbestvanên kurd hene da ku dîroka xwe bi xwe binivîsînin. Helbest ne tenê li ser evîndariyê ye. Helbestên me li ser welat, jin, dayik, zarok, gelê koçber û hwd. Di nava Rojavayê Kurdistanê de şerê herî giran û bi dilêş yek jî şerê Efrînê bû. Min helbestên cur bi cur li ser Efrînê nivîsand. Di nav Efrînê de tiştên herî zêde bala min kişandî zarok bûn yek ji wan zarokan zarokê bi nave Cima yê ku çavekî wî kor bû.”

‘Ez bi hêstên pir kûr jinan li ser pelê spî bi nav dikim’

Meryemê armanca nivîsandina helbestên xwe diyar kir û wiha dom kir: “Armanca min a sereke ji helbestan, dema ku yek bixwîne bizanibin ku bi dest û hêstên jinê hatine nivîsandin. Ez di derbarê jinan de çi bibînim dikim helbest. Ez bi hêstên pir kûr jinan li ser pelê spî bi nav dikim. Helbest jî wek tenduristiya mirovan e, ger mirov li tenduristiya xwe balder be, mirov nexweş nakeve û helbestvan jî bi helbestê xwe xwedî derkeve dê helbest pê re xweş derkeve. Ez bi nivîsandina helbestan gihaştim armanca xwe.”

‘Tiştek pêşiya xwesteka min a helbestan asteng nekir’

Meryemê qala bandoriya serkeftinê dike û wiha got: “Serkeftina min di aliyê helbestan de bandorek erênî bi min re çêkir. Bi serkeftina min malbat jî kêyfxweş bûn. Ez bi xwe di 18 saliya xwe de zewicîm. Lê belê tiştek pêşiya xwesteka min a helbestan astengî çênekir. Dema şevbirk çêbibin hemû malbat û mirovên min jî şahidiya serkeftinê min dikin ev yek jî cihê kêyfxweşiyê ye.”

‘Ez bi gihaştina armanca xwe serbilind im’

Meryemê bal kişad ser helbestên xwe û wiha got: “Niha sê diwanên helbestên min hatine çapkirin. Helbestên min ên hatine çapkirin em hewil didin ku wergerînin zimanê Kurdî. Serkeftina min a di aliyê helbestan de bi vîna min ava bû. Ez bi gihaştina armanca xwe serbilind im.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27