Arşîv

Rêveberiya Jin a Teqbayê civînek li dar xist

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar ket. Rêveberiya Jin tevî bi dehan endamên meclisên taxan ên herêma Tebqayê tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Welaa El-Nacî behsa azarên şêniyan di dema DAIŞ`ê de kir.

Welaa di nav gotinên xwe de gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin. Welaa diyar kir ku Erdogan bi rêya wan gefan hewl dide hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bike û serfiraziyên dewleta osmanî vejîne û wiha domand: “Lê bi vîna me ya xurt û bi rêya meş û çalakiyên protesyoyî me nerazîbûna xwe bi awayekî aştiyane li hember planên dagirkeriyê ragihand.”

Piştî wê endama rêveber a Rêveberiya Jin a Tebqayê Nediye Mihemed behsa zirarên zewaca bi temenê biçûk kir û diyar kir ku ew di encamên urf û edatên civakê yên rizyayî ne yan jî ji ber sedemên aborî ne bi rêbazekê ji malbat nikare barê zarokê tehemûl bike û nikar wê bide fêrkirin. Nedye wiha domand: “Dema keç dighêje 18 saliyê wê demê hişê wê baş dighêje û fikrê wê tê guhertin. Dibe ku bibîne ku ev kesê pê re zewiciye, jê re ne guncew e. Ev jî dibe sedema gelek haletên berdanê. Lê pirsgirêka mezin dema zarok hebine. Ji ber ku zarok dibin qurbana wê zewaca binketî û civak winda dibe. Di dawiyê de civak parçe dibe.”

Ji aliyê tenduristî ve Nedye got: “Ji ber ku bedenê wê baş mezin nebûye û di encama ducaniyê zayînê de ji ber ku hîna zarok e, rastî zayîna niştergerî tê. Rêjeya vê bûyerê dighêje ji sedî 90. Her wiha dibe sedama ku pitik û dayîk pîvana wan kêm bibe.”

Piştî wê gelek nîqaş girêdayî zirarên zewaca bi temenê biçûk hate kirin.

Di dawiya civînê de ji bo piştgiriya hemleya Rêveberiay Jin bi navê Meclisa Sivîl a Tebqayê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê meclisê Elî El-Xidir xwend.

Daxuyanî wiha ye:

`Ji berê ve jin qurbanê yekemîn a civaka me bû û hîna wisa ye. her wiha ji bo pêkanîna armacên xwe tevî dijwarî û pirsgirêkên xwe çalak bû. lê tevî van hemûyan hîna li berxwe dide û karên xwe li ser tevahiya astên siyasî, civakî, aborî û heta leşkerî li berxwe dide. Tevî ku tê zanîn ku pêvajoya ku civaka me tê re derbas bûye, pêvajoyek zulm, çawisandin û tundiyê li ser tevahiya çînên civaka me bi giştî û jinê bi taybet bû.

Wek Meclisa Sivîl a Tebqayê em piştgiriya hemleya jinê yak u bi dirûşmeya `Em bûn yek bi serketin, em ê li berxwe bidin û ji tundiyê re na ` destpê kiriye dikin. em bi wan têgehên şaş ên ku di nav me de belav bûne mîna zewaca bi temenê biçûk û diyardeya parsekiya jinan û zarokên ku kar dikin destpê dikin.`

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27