Arşîv

Jinên endamên Komîteya Edaletê bang li rêxistinên navneteweyî kir

Di nav rêzeçalakiyên Kongreya Star ên bi dirûşma “Xak û rûmeta xwe biparêzin, dagirker û DAIŞ`ê têk bibin” îro Komîteya Edaleta Civakî, Mala Jinan û rêxistina Kongreya Star daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Endamên Komîteya Edaleta Civakî, Mala Jinan û rêxistina Kongreya Star li pêşiya avahiya komîteyê li gundê Til Sosin ê kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Rokan Elo û bi zimanê erebî ji aliyê Rojîn Şêxo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev demeke dirêj e civaka navneteweyî tevî civînên xwe yên Astana û Cinêvê, nikaribû çareseriyeke cewherî peyda bike û sînorekî ji destwerdanên dagirkeriya axa Sûriyê re û di serî de Tirkiyê ya Îxwan-Osmanî ya Erdogan deyne.

Gelê Sûriyê ku di nav êşê de hate hiştin, kesên destwerdanê dikin û taybet dewletên herêmî û di serî de Tirkiye bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî destwerdana destûr û aboriya wê dike. A rastî berdewama destwerdana Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe, hêviya dîtina çareseriyên ku gelê Sûriyê pêşkêş dike, winda kir, li şûna ku di tunekirina DAIŞ`ê û şaneyên wê de bixebitin, Tirkiye hewl dide bala cîhanê ji ser DAIŞ`ê û yên din bibe û pêşniyara wê ji pirsgirêka koçberan û wan li “herêma ewle” bi cih bike û hewl dide tiştên ku li hundir dike, binixumîne.”

Em teqez dikin ku berdewama bêdengiya li hember sûc û binpêkirinên der heqê Sûriyê de ji aliyê Erdogan ve, dibe ku Sûriyê parçe bike. Ji ber vê yekê berpirsyariya civaka navneteweyî dê bi rawestandina destekdayîna Erdogan di Sûriyê de, her wiha derxistina kesên destwerdanê di doza Sûriyê de dikin û li dora dengê gelê Sûriyê kom bibin.

Di dawiyê de em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafparêz û mirovî li cîhanê dikin ku piştevaniya me bikin da ku gefên Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bidin rawestandin û zemînekî ji diyaloga Sûriyê re ava bikin, ku mîsogeriya mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bike.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27