Arşîv

Şêniyên Dêrikê gefên dewleta Tirk şermzar kir

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, pêkhateyên herêmê û endamên Kongreya Star tev li meşê bûn.

Şênî li qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn. Di meşê de şêniyan wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa,”Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dagirker û DAIŞ`ê têk bibin” hildan.

Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina gefên dewleta Tirk hatin berzkirin. Meşvan ber bi qada şehîdan ve meşiyan.

Li qada şehîdan meş veguherî mitingê. Di mitingê de ji rêveberên Kongreya Star Minewra Xalid axivî û berxwedana jinan di hemleya bi dirûşmeya “Parastina xak û rûmetê bike û dagirker û DAIŞ`ê têk bibe” silav kir. Her wiha destnîşan kir ku hemleya wan heta pêkanîna armacên wê dê berdewam bike.

Minewra di berdewama axaftina xwe de dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî kantona Efrînê û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, ev yek berdewama komploya li dijî Rêber Ocalan û komployên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Minewra Xalid di dawiyê de destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ku destkeftiyên bi saya têkoşîna şehîdên ji pêkhateyên herêmê hatine bidestxistin binpê bike û ji ber wê jî divê her kes li ser xeta şehîdan bimeşe û asta têkoşîna xwe li djî faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê zêde bike.

Miting bi dirşûmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û silavkirina berxwedana gelên herêmê bidawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27