Arşîv

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şanaz Îbrahîm ziyaret kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silêmaniyê çû serdana Berpirsa Navenda Derve ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm. Di hevdîtinê de qala girîngiya lidarxistina 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd hat kirin.

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li gel rêxistin û saziyên jinan ên Başûrê Kurdistanê de, li Silêmaniyê çû serdana Berpirsa Navenda Derve ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm.

Şanaz Îbrahîm bi germî pêşwazî li şandeyê kir. Di hevdîtinê de rewşa Kurdistanê û rewşa jinên her çar parçeyên Kurdistanê nîqaş kirin. Her wiha qala girîngiya rola jinan a di pêkanîna yekîtiya neteweyî de kirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Starê Asya Abdullah têkildarî naveroka hevdîtinê ev agahî da û got: Me guftûgoyek baş kir. Bi tabyetî derbarê amadekariyên ji bo 3’yemîn konferansa Neteweyî ya Jinan de. Her wiha rewşa îro ya Kurdistanê û Rojava me nîqaş kir. Şanas xanimê jî tekezî li girîngiya amadekariyên lidarxistina konferansa neteweyî ya jinan kir. Amadebûna ya xwe ya ji bo piştgirî û piştevaniyê anî ziman.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27