Arşîv

Rêveberiya Meclisên Jinan serdana malan dike

Rêveberiya Meclisên Jinan a herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê di çarçoveya hemleya “Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin û na ji tundiyê re” 18`ê Îlonê dest bi serdana malan kir.

Armanca serdanê zanekirina civak û malbatan ji rewşên ku civakê parçe dikin mîna zewaca di temenê biçûk de, çawaniya avakirina malbateke baş li ser esasê lihevkirin û rêzgirtinê ye.

Rêveberiyên meclisên Reqayê îro serdana jinan li taxa El-Nehda û gundê Esediyê yê bakurê bajêr kir. Di serdanê de dozên girêdayî jinan û ji wan zewaca di temenê biçûk de û nenaskirina wan ji berpirsyariyê re, her wiha negihîştîbûna wan di aliyê laş de û girîngiya ku ev yek were sekinandin, hat nîqaşkirin.

Di serdanê de hat destnîşankirin ku zewaca di temenê biçûk de ji bo civakê xetere ye ji ber bi piranî berdan çêdibe û civak ji hev belav dibe.

Girêdayî mijarê semînerek ji aliyê Rêveberiya Jinan li bajarê Reqayê li Dibistana El-Reşîd hate dayîn. Bi dehan mamoste beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê yek ji rêveberên Rêveberiya Jinan li bajarê Reqayê Zelîxa Ebdî ve hate dayîn. Di semînerê de behsa sedemên tundiya li dijî jinan kirin û wiha hate gotin: “Di nava çend salên şoreşê de her tim jin dibûn qurbanî. Her tim jin dibûn qurbaniya urf û adetên civakê yên kevneperest. Mafên wê jê têne standin. Ji ber wê jî erka me ye ku em civaka xwe zane bikin û bi rêya semîner û panelan wan perwerde bikin. Da ku em diyar bikin jin ne kêmî mêr in. Wekî ku çawa maf û erkên mêran hene yên jinan jî hene. Ji ber wê divê em civaka xwe zane bikin û xurt bikin û wekheviya di navbera jin û mêran de pêk bînin.”

Back to top button