Arşîv

Li Til Hemîsê semînera “Jin jiyan e, jiyanê nekujin”

Semîner ji aliyê endama rêxistinê Arzû Temo ve bi beşdarbûna bi dehan jin û mêran, li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo hate dayîn. Rêveberên Kongreya Star ên navçeya Til Hemîsê jî beşdarî semînerê bûn.

Arzû Temo di destpêka semînerê de, behsa Rêxistina Sara û armanca wê ya xelaskirina jinan ji koletî û şîdeta li dijî wê ya rojane kir. Di nava axaftinên xwe de, Arzû behsa nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê Rojhilata Navîn û û çawaniya ku jin mafê xwe bi dest bixe, kir.

Piştre, Arzû behsa şer û bandora wê li ser jinan kir û wiha dewam kir: “Şer bandoreke neyinî li ser jinan di aliyê psîkolojîk, civakî, aborî, çandî û siyasî de dike.

Arzû destnîşan kir ku jin di salên şer de, beşdarî sazî, rêxistin û karê siyasî bûn, tevî astengiyên civakî, her wiha gelek ji wan çek rakirin û di qadên şer de, şer dikirin û mînaka herî zindî jî YPJ ye.

Piştî semîner bi dawî bû, deriyê nîqaşê ji aliyê beşdaran ve hate vekirin û çawaniya bikaranîna qanûnên jinan hate nîqaşkirin.

Back to top button