Arşîv

Jinên Tirkiyê: AKP berpirsa diyardeya tundiya li ser jinan e

Sky News Erebiye ragihand ku jinên li Tirkiyê êş û azara sûcdariya AKP`ê dikişînin û serjimariya Neteweyên Yekbûyî eşkere dike, ku ji sedî 40 jinên Tirkiyê ji aliyê hevserên xwe ve rastî lêdanê tên.

Jinên Tirkiyê li dijî tundiyê daketin qadan û sloganên “Na ji qetilkirina jinan re” û “Ne cemawer bin, bertekekê nîşan bidin” berz kirin. Jin desthilata Tirkiyê ji diyardeya tundiya li ser jinan berpirsyar dibînin.

Di demên dawîn de li Tirkiyê gelek bûyerên têkildarî jinan qewimîne, bûyera dawîn jî ya Emîne Polat e ku ji aliyê hevserê xwe ve bi kêrê li qehwexaneyê hate qetilkirin.

Di malperên medya civakî de qetilkirina Emîneyê zêde kete rojevê û banga têkoşîna li dijî kiryarên li ser jinan hate kirin.

Raporên Rêxistinên Mafên Jinan ên li Tirkiyê diyar kir ku di nava 8 mehên dawîn de, li Tirkiyê 284 jin hatin qetilkirin, 40 jî di meha Tebaxê de û di sala 2018`an de 440 jin hatine qetilkirin.

Di nava 440 sûcdariyên qetilkirina jinan de, heta niha 131 bûyer nehatine naskirin, her wiha li ser rêyan û piran jinên qetilkirî hatin dîtin.Tê zanîn ku piraniya jinan an ser destê hevserên xwe tên qetilkirin an ser destê kesên nenas û di sala 2018`an de ji sedî 35 rewên wiha qewimîn, di gel ku ji sedî 23 ji van diyardeyan li ser destê xizmên xwe hatine qetilkirin û ji sedî 5 ser destê hevserên xwe yên berê hatine qetilkirin. Di encamê de heta di malên xwe de jî jin nerehet in.

Tişta balkêş di sala 2009`an de jina ciwan a bi navê Munewer Karabulut (17) li ser destê hevalê xwe hate qetilkirin û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û gerînendeyê polîsan ê berê yê Stenbolê, malbata Munewer li ser hevatliya Munewer ji xortekî re tawanbar kir.

Back to top button