Arşîv

Li Qamişlo yekemîn mala jinan a Suryanan ‘Eşterot’ vebû

Bi armanca hişyarkirina jinên Suryan û çareserkirina dozên malbatî, Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyê û bi hevkariya Meclisa Edaletê ya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekemîn mala jinan a Suryanan li taxa Beşîriyê ya Qamişlo vekir.

Navenda yekemîn li Hesekê bi navê ‘Eşterot 1’ di sala 2017`an de hate vekirin.

Di vekirina navendê de nûnerên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Edaletê ya Jinan a herêma Cizîrê, Kongreya Star, komîteyên jinan dên saziyên jinan, Buroya Jinan a MSD`ê de, Desteya Jinan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, Rêxistina Mafên Mirovan, rêxistinên jinan û endamên Yekitiya Jinên Suryan amade bûn.

Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê Sîham Qeryo bixêrhatina beşdaran kir û vekirina malê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Bi vekirina mala Eşterot a Yekitiya Jinên Suryan em piştevaniya jinên Sûriyê, Suryan, Kurd û Ereb dikin. Mala jinan saziyeke sivîl a civakî ye, bi rêya wê em armanc dikin ku edaleta civakî pêk bînin û parastina mafên jinan bikin.”

Sîham da zanîn ku jin di aloziya Sûriyê de rastî zehmetiyan hatin, ji wan jî şer kirin û parastina gelê xwe kirin.

Bi navê Meclisa Edaleta Jinan a herêma Cizîrê, berdevka meclisê Gulîzer Ibrahîm axivî û vekirina malê pîroz û hêvî kir ku vekirina şaxê duyemîn Eşterot bibe piştevaniya hemû jinan.

Piştî vekirina deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Gabî, merasîm bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Gabî di sala 2017`an de li gundê Xabûr ê girêdayî navçeya Til Temir di qezeyekê de şehîd bû.

Back to top button