Arşîv

Desteya Jinê ji bo 25‘ê Mijdarê bi komîteyên xwe re civiya

Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amadekariyên 25‘ê Cotmehê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta Li ser Jinan a Cîhanê bi komîteyên xwe re civiya.

Civîn li avahiya desteyan a li navçeya Eyn Îsayê bi beşdarbûna Seroka Desteya Jinê Cîhan Xidiro û cîgira wê Rûken Mele Îbrahîm û nûnerên komîteyên jinan ên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl hate lidarxistin.

Destpêka civînê raporên kar û xebatên her komîteyê hatin xwendin û nirxandin.

Desteya Jinê ji komîteyan xwest ku dest bi amadekariyên çalakiyan 25‘ê Cotmehê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta li ser jinan kir.

Cîhan Xidro anî ziman ku Rêveberiya Xweser dê pêngavekê li dijî madeyên hişbiriyê destpê bike û ji nûnerên deste û komîteyan jinan xwest ku roleke girîng di pêngavê de pêk bînin.

Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku pêwîste komîteyên jinan werin aktîvkirin û di her waran de werin pêşxistin bi taybet di warê têkiliyên giştî de ka karibe dozên jinan çareser bikin bi taybet jinên di kampan de.

Back to top button