Arşîv

Li Helebê komxebata siyasî ya jinan

Komxebat li Akademiya Kongreya Star a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd li dar ket. Endam û rêveberên sazî û meclisên herêmî û nûnerên gelek partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev li komxebatê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Buroya Birêxistinkirina Jinê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalîde Abdo bi xêrhatina beşdaran kir û bernameya komxebatê û mijarên ku dê werin nîqaşkirin vegotin. Li gorî Xalide Mijar ev in; Rola jinê di civakê de, Jin û siyaset, Cudakirina ol ji dewletê û Materyalên xwendinê.

Endama rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk Heyfaa Hesen mijara yekemîn şîrove kir. Heyfaa îşaretpê kir ku civaka saxlem bi beşdarkirina jinê di rêveberirina wê de ji tevahiya aliyan ve pêş dikeve û got: ” Jin dibe hestîpişta wê, ji ber ku wek dibistana ku nifşan ava dike tê hesibandin. Asta pêşketin û şaristaniya her neteweyekê yan jî civakekê bi rêya nirxandina rewşa jinê tê de tê pîvan.

Piştre beşdaran mijara duyemîn `Jin û siyaset` nîqaş kirin. Di vê mijarê de aliyê hevrûkirina rewşên jinê yên siyasî beriya şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî wê cihereng bûn. Jinan tekez kirin ku di vê pêvajoya stratejîk û dijwar de ku Sûriye tê re derbas dibe jinê di warê siyasî de rola xwe pêk anî û zihniyeta ku wê zaîf e û nikare barê siyaset rake didît şikand.

Endama Buroya Jin Neclaa Hemze got: “Bêyî jinê em nikarin bighêjin civakek demokratîk û azad. Tevlibûna jinê di jiyana siyasî de bi tevahiya astên wê yên cuda xizmeta fikrê wekheviyê dike.”

Neclaa destnîşan kir ku hebûna jinê di cihên çêkirina biryaran de xizmeta civakê di tevahiya dozên wê de dike û yek ji aliyên pêkanîn demokrasiyê tê hesibandin.

Di mijara sêyemîn der barê cûdakirina ol ji dewletê de bû. Tevahî nêrîn li ser têkiliya ol û dewletê ya bi zihniyeta bingehîn heye re, hat lihevkirin. Tişta dewletê bi ol ve girê dide, zihniyeta dogma ya hişk e. Her wiha hate gotin ku bi wê re jî desthildar, bi navê ol li ser civakê bandor dikin û hakimiyeta mitleq li ser diafirînin. Her wiha hat tekez kirin ku pêwîst e ol ji dewletê bê qutkirin û wiha hate domandin: “Ol a xweda ye û dewlet a civakê ye.” Her mirovek jî bi ol û baweriya xwe azad e. Ji lew re sedema sereke ya serkeftina şoreşên rojavayê, qutbûna ol ji dewletê bû”.

Mijara dawiyê jî li ser rola meteryalên xwendinê ya pêşxistinê yan jî nezanabûna civakan e. Di vî warî de beşdaran bal kişand ser ku tevahî merteryalên perwerdeyê yên ayidê dewletên desthildar çi olî yan jî nîştimanî dibe datînin. Berjewendiya desthilat û çîneya hakimdar a destpêkê di avakirina minhacên xwendinê de heye. Ji lew re piraniya wan minhacan, naverokên wê vala ne û xwendekaran diwestînin. Her wiha jî tê de derew, xwarkirin heye, bi taybet der barê dîrok û şaristaniyan de.

Komxebata diyalogê bi axaftina cîgira Sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Helebê Merwa Qoniyelî bi dawî bû. Merwa got: “Pêwîst e meteryalên xwendinê li gor rih û taybetmendiya her civakekê bê guhartin. Her pêkhate bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe. Divê madeyên perwerdê yên kûrbûna têgehên demokratîk û parastina zarok ji tundiya fîzîkî û derûnî têkevin meteryalan. Li aliyekî din jî saziyeke pispor a ji tevahî zimanên herêmî ku xizmeta danûstandinên çandê di navber pêkhateyan de pêk bînin, bê avakirin.”

Back to top button