Arşîv

Meclisa Jinan a Sûriyê ji jinên Minbicê re civînan li dar dixe

Di 11’ê Îlona îsal de, Meclisa Jinan a Sûriyê di bin druşma “Rola jinan di malbat de, da ku civakek demokratik ava bike’ de rêzecivîn li bajarê Minbic û gundewarên wê organize kir.

Civîn bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên civakî yên ku jinên bajêr û gundewarên wê azaran ji ber dikişînin, hatin lidarxistin. Weke zewaca zarokan, pirjinî, zanakirina jin û rêxistinkirina wê di civakê de hatin nîqaşkirin. Her wiha civîn ji bo dîtina çareserkirina pirsgirêkan û sepandina rola jinan bi awayekî aktîv di civakê de hat lidarxistin.

Civînan di çarçoveya hemleya ku rêveberî û meclisên jinan li herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê rizgarkirî de dest pê kirine, hatin lidarxistin. Sernava hemleyê wiha ye; ‘Me yekîtiya xwe ava kir em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin, xwe biparêzin, ji dagirkeriya Tirk re na”.

Meclisê jin kom kom cudakirin. Her komekê herêmek bi rê ve dibir. Li navçeya Ebû Qelqel 37 civîn bi tevlêbûna 916 jinan hat lidarxistin.

Ji destpêkirina lidarxistina civînan ve, endamên Meclisa Jinan xwe gihandine 3 hezar û 844 jinan û hê jî civîn berdewam in.

Derbarê lidarxistina civînan de, berdevka Meclisa Jinan a Minbic û gundewarên wê, Îbtîsam Abdulqadir wiha got: “Armanca civînan, jina îroyîn di civakê de birêxistinkirî û zana be. Bi wê jî dê li hember astengiyên jiyanê bisekine û civakê bi hêza xwe bi rê ve bibe.”

Îbtîsam bibîrxist ku piranî nîqaşên ku ji hêla jinan ve hatin kirin, derbarê rêvebirina jinan di jiyanê û çawaniya pêkanîna wekheyviyê di navbera her du zayendan de bû. Ji ber rola mezin di malbatê de li ser milê jinê ye. Li aliyekî dîtir jî çareyên pirsgirêkan hatin pêşniyarkirin.”

Di van deman de, meclis civînan li her du xetên rojhilat û rojava yên di hundirê bajêr de, gundê Eseliyê û xeta El-Muhterq, li dar dixe. Bi giştî 42 civîn hatin lidarxistin. Piştî bidawîkirina civînan li van tax û gundan, dê li gundê El-Heya yê rojhilatê bajêr, civîn pêk werin.

Îbtîsam diyar kir ku hejmara jinan di civînan de baş bû û wiha da zanîn: “Hejmara jinên beşdarî civînan bûne, baş bû. Ev pêngava ji hêla jinan ve, pêngavekî baş e.”

Li gor berdevka Meclisa Jinan a bajarê Minbic û Gundewarê wê Îbtîsam, dê meclis heta 25’ê Mijdarê (Roja Cîhanê ya Tundiya li dijî Jinan), civînên zanakirina jinên Minbicê û gundewarên wê berdewam bike.

Back to top button