Arşîv

Yekemîn Mihrîcana Genim li Serêkaniyê li dar ket

Bi dirûşmeya `Axê biçînin û geş bikin` bi armanca vejandina berhemên jinê yên gelêrî Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yekemîn Mihrîcana Genim bi tevlibûna bi sedan jinên herêma Firatê bi tevahiya pêkhateyên wê li dar xist.

Bi dehan jin Hesekê, herêma Serêkaniyê, navçeya Dirbêsiyê, Zergan û tev li mihrîcanê bûn.

Jinan di mihrîcanê de berhemên xwe yên gelêrî mîna nanê tenûr û berhemên genim pêşkêş kirin. Her wiha Aboriya Jinê hinek berhemên Yekitiya Kooperetîfên Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna dimis, leçer, zeytûn, mekdûs û şênkahiyên ku pê mûnê çêkirine pêşkêş kirin

Mihrîcan bi axaftina endama rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo ve destpê kir. Evîn mihrîcan li jinan pîroz kir û tekez kir ku bi rêya mihrîncana keda jinê hate diyarkirin, her wiha diyar bû ku jin dikare debara xwe bi cih bîne û aboriya xwe pêş bixîne.

Di dawiyê de Koma Şehîd Gostêr û Koma Arjîn a dîlanê yên girêdayî Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya kantona Hesekê berhemên xwe yên gelêrî û beşdaran xelekên govendê gerandin.

Back to top button