Arşîv

Rêveberiya Jinan a Tebqayê pêngava serdana malbatan da destpêkirin

Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê bi tevlîbûna endamên jin ên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bi armanca naskirina pirsgirêkên civakê û çareserkirina wan serdana hejmarek malbat kir.

Serdana malbatan di çarçoveya pêngava “Em bûn yek em bi serketin, em ê li ber xwe bidin ta biparêzin, na ji tundiyê re” de pêk hat.

Endamên rêveberiyê li gorî 5 koman hatin dabeşkirin, her komekê serdana taxekê kirin û bi malbatan re civiya.

Malbatan de pirsgirêkên xwe vegotin. Ji wan pirsgirêkan bikaranîna şaş a înternêtê, tundî, zewaca di temenê biçûk de, xebitandina zarokan û parsektiya jinan. Rêveberiya Jinan rêbazên çareserkirina û şîret pêşkêşî malbatan kirin. Her wiha xwest ku beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin û cihên ku bi pirsgirêkên wan alaqedar dibin bi wan dan nasîn.

Rêveberiya Jinan dê serdan 5 hezar malbatên li bajar û gundewarên Tebqayê bikin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27